Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ bi boneya gera çaremîn a hilbijartinên parlemênta Herîma Kurdistanê

15:38 - 2 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi munasibeta birêveçûna gera çaremîn a hilbijartinên parlemênta Herîma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Eva deqa daxuyaniyê ye:

Kom û komelên cîhanî!
Xortên netewa Kurd!

Roja Şemiyê 21’ê Îlona 2013’an (30’ê Xermanan a 1392’an), li Herêma Kurdistanê hilbijartin bona diyarîkirina endamên parlemênta Kurdistanê, li jêr çavedêriya Komisyona Bilind a Hilbijartinan û bi sedan çavdêrên bîhanî û bi hezaran çavdêrên navxweyî û nawendên nûçegehanî ve birêve çû.
Di vê piroseya demokratîk de çend xalên girîng cihê hûrbîniyê ne:

Yekemîn: Di heyamê piropagendeyên alî û qewareyên siyasî de, serbarê çend bûyerên biçûk û nexwastî, hemû aliyan bi azadî û di çarçoveya yasayê de, bê tu astengî û berbestekê û li gor programên xwe ên siyasî, li kolan û medyayên xwe de reklamên xwe xistin ber çavên dengder û raya giştî.

Dûhemîn: Di roja dengdanê de serbarê hebûna azadiyek tewaw bo her takekê bona beşdarîkirin di dengdan an dengnedanê de, li gorî rêjeya ku hatibû ragehandin, %73.9 ji wan kesan ku dikarîn dengê xwe bidin, di vê hilbijartinê de beşdarî kirin û karîn ku dengê xwe bidin nûnerên dilxwaz ên xwe, û di vê hilbijartinê de serbarê hebûna hindek sikalayan ku bona lêkolînan bo Komisyona Bilind a Hilbijartinan hatine şandin, piraniya nêzîk bi tewahiya çavdêran ji çawaniya birêveçûna hilbijartinan li gorî bername û peyrewên Komisyona Bilind a Hilbijartinan razî bûn û rezamendiya xwe nîşan dan û piroseya hilbijartinê weke serkevtineke kêm mînak dan nasandin.
Bi vî awayî komelên xelkê Kurdistanê bi tewahiya pêkhate û ol û neteweyan ve, di vê qonaxa temrîn û ceribandina demokrasiyê de serkevtî derketin, eva jî di demekê de ye ku neyarên netewa Kurd ku çavê dîtina pêşkevtinên weha nebûne û nabin û, hewlên curbicur bona têkdan û sernekevtina piroseya hilbijartinê didin, lê bi sedema hişyarî û têgehiştina gelê Kurd negehiştin armancên xwe û tenê dorandiyên vê hilbijartinê bûn. Serkevtina vê piroseya demokratîk ne tenê di Îraqê de, belkî di Rojhelata Navîn de jî, yek ji mînakên herî kêm ên pêşveçûna demokrasî û bihevresazanê tê hesibandin.
PDKÎ bi boneya vê serkevtina mezin di Kurdistana Başûr de, dilxweşiya xwe nîşan dide û, pîrozbahiya xwe li tewahiya komelên xelkê Kurdistanê, weke serkevtiyê yekemîn di hilbijartinê de û herweha li qewareyên siyasî, serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Em li ser vê baweriyê ne ku ev destê hevdu girtin û hevkariya ku civakên xelkê Kurdistanê bona serxistina piroseya hilbijartinê ji xwe nîşan dan, cardin bi xelk û bîrûraya giştî a cîhanê ragehandin ku, hekî siya dîktatoran li ser wan nebe, Kurd hêja û misteheqê avakirin û birêvebirina deshilata demokratîk a xwe ne.
Bi vê nêrînê ku him civatên xelkê Kurdistanê û him jî tewahiya qewareyên siyasî xwe bi serkevtî bizanin, û neyar û dujminên gelê Kurd jî bi dorandî bizanin. Carek din em bi boneya vê serkevtinê pîrozbahiyê li tev aliyan dikin û hêviya me serkevtina pitir ya encamên vê hilbijartinê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
31’ê Xermanan a 1392’an
22’ê Îlona 2013’an