Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ derheq bi fermî nasîna komkujiya girtiyên siyasî ên dehsalên 60’an weke tawana dijî mirovahiyê ji aliyê dewleta Kanadayê ve

20:51 - 10 Hezîran 2013

Kurdistanemdia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya bi fermî nasîna kuştara girtiyên siyasî ên sala 1367’an(1988) li Îranê, weke tawan li dijî mirovahiyê ji aliyê parlemênta Kanadayê, daxuyaniyek belav kir.


Eva deqe daxuyaniyê ye:

Biryara roja çarşemîyê berwarê 15’ê Cozerdanê a parlemênta Kanadayê derheq bi diyarîkirina roja 1 Sebtemberê weke “roja hevpeywendî tevî giortiyên siyasî ên Îranê” û nasandina kuştara bi hezaran kes ji girtiyên siyasî ên Îranê ku li Havîna sala 1367’an (1988) de, ji aliyê karbidestên Îranê we hat afirandin, weke “tawana dijî Mirovahiyê”…, pêngawek guncav û cihê rêz girtin û supasiya bê davî ên azadixwazên Îranê bi giştî û netewa Kurd bi taybetî ye.
Bê goman ev pêngava parlemênta Kanadayê û herweha biryara din ya berê a wezareta derve ku di heyva Sebtembera sala 2012’an de, bona daxistina balyozxaneya Îranê û derkirina dîplomatên Komara Îslamî di vî welatî de, hevpeywendiya dewleta Kanada digel eniya dîmokrasîxwazên îranê bi giştî û Kurdên îranê bi taybetî nîşan da û vê rastiyê di selimîne ku Komara Îslamî netenê tehlûke ye bo ser azadî û jiyana xelkê û welatê xwe, belkî matirsiyek micit e bo ser welatên herêmê di warê afirandina şer û kuştaran de, weke niha ku alîkariyên bê sînor dide rejîma Beşar esed bi armanca dirêjedan bi kuştara û wêraniya herî zêdetir di wî welatî û teşenekirina wî bo welatê Lubnanê bi eşkere tê dîtin.
Bêgoman bona rîzgarbûna yekcarî ji destên vê rejîmê û avakirina hikûmetek demokratîk û sikolar, tewahiya gelê azadîxwaz ên Îranê hewcehî bi piştewanî û alîkariyên civaka navnetewî hene û ev pêngava parlemênta Kanadayê jî di vî çarçêweyê de cih digire. Li welatek demokratîk weke Kanadayê jî her tiştên weha tên çavnihêrîkirin.
PDKÎ digel pêşwaziya ji vê pêngava guncav, sipas û pêzanînên xwe pêşkêşî parlemênta Kanadayê dike.
Hêvîdarîn ku ev biryarên weha bibin despêka lihevhatin û hevpeywendiyên navnetewî bi merema guherîna rejîma Komara Îslamî a Îranê be.


PDKÎ
Deftera Siyasî
18 . 3 . 1392