Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ li derheq karesata Metropol a bajarê Abadanê

18:28 - 29 Gulan 2022

Dezigeha Rêkxistina Partiya Kurdistana Îranê li derheq karesata Metropola bajarê Abadanê de daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Welatiyên hêja!

Ji bo gelên Îranê bi giştî û neteweya Ereb a bindestê Komara Îslamî a Îranê de, eşkere û haşa nekiriye ku, kêrnehatîbûn û nebûna şiyana Komara Îslamî li tev warên peywendîdar de, îdare û birêveberiya welat ji xwe girtiye. Tevî kêrmehatîbûn, gendelî, dizî û barimte, ajînî tev stûnên piçûk û mezin yên desthilatê, kiriye sîstemeke sêber bo her çî zêdetir tazîkirina xelkê û welat ji avedanî, ewlehî û xweşderbasiyê. Kêm nînin bûyerên ku di bin siya sîstema zal a li ser civaka me de, car car xelkê panahiya vê nîştimanê tûşî bûyer û felaketên dilgran dikin.

Hilweşîna  avahiya Metropola bajarê Abadanê wêneyeke din e ji rûxsarê gendel yê wê rejîmê ku tevî standina canê piraniya hevwelatiyan, canê dehan ji hevwelatiyên din di bin perdeyên hiloşînan de xistiye metrisiya nemanê de.

Herçend ku, xelkê bêzar bûyî li çengê gendel û kêrnehatiyan, bi wêrekî derkevtine li ser şeqaman û bi qîrandina silogan û xwenîşandanan nerazîbûna tînin ziman, lê, ne bi guhertina dewlet û damezirêneran, ne cihguherîna kesayetiyên gendel û kêrnehatî yên di vê rejîmê de çaksazî pêk nayê û ji holê rakirina gendeliyê bidest nakeve.

Di ezmûna tehl a heyama 43 sal desthilatdariyê de, serkut, azadîkujî, şer û malwêranî, sîmaya hatî naskirin, mohra hikûmeta Komara Îslamî ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî gotina sersaxî û hev xemiya xwe digel xelkê karest dîtî yên bajarê Abadanê, bi awayê eşkere dubare dike ku, tenê rêya rizgarbûn ji vê desthilata byûm û diz, hiloşîna Korama Îslamî û hatina li ser kar a sîstemeke demokrat federal e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî

8`ê Cozerdana 1401`an

291ê Gulana 2022`an