
Encûmena Sinfî a Mamosteyên Merîwan û Sewlavayê daxuyaniyek li derheq rohnkirina bûyerên 11`ê Banemerê bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav kir.
Di daxuyaniya Encûmena Sinfî a Mamosteyên Merîwan û Sewlavayê de hatiye ku, ew hereketa rewa ya mamosteyan bo daxwaza mafên xwe aliyên cuda ji xwe digire û çendîn caran bi hevahengîkirina digel şêwra hevahengiyê, ew civînên seranserî ên nerizayetiyan hatine lidar xistin.
Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye ku, nerizayetiyên mamosteyan ên niha, bona wekhevîkirina mûçeya dewletî û birêvebirina dadperweriya civakî ye û mamosteyan bona daxwazkirina mafên xwe ji rêya medenî mifah wergirtine.
Roja Yekşemî 11`ê Banemerê zêdetir ji 600 kes ji mamosteyên Merîwan û Sewlavayê li ser bangeşe û daxuyaniya “Şêwra hevahengîkirina seranserî” bona daxwazkirina mafên xwe li hember îdareya Perwerde û Hînkariyê ya rejîmê li bajarê Merîwanê civiya bûn û nerizayetiya xwe nîşandan lê mixabin, digel êrîş û rêgiriya hêzên ewlehiyê rûbirû bûn û hêzên ewlehî û “kinc şexisî” bêrêzî bi mamosteyan kirin û mamoste rastî lêdan û kutanê jî hatin.
Herwisa di beşek din a wê daxuyaniyê de hatiye ku, mamosteyan hemû hewla xwe dan ku nerizayetiya mamosteyan bi awayek yasayî û dûr li şer û tundûtîjiyan bê lidar xistin lê, desthilat û hêzên rejîmê bona paşvekişandina mamosteyan dest havêtin bi tundûtîjiyan û ti rêyek baş negirtine pêşiya xwe û tevî bêrêzîkirin bi mamosteyan çend mamoste jî binçavkirin.
Di dawiyê de mamosteyan di daxuyaniya Encûmena Sinfî a Mamosteyan a Merîwan û Sewlavayê de ragihandin ku, heta dema bidestveanîna mafên xwe û lipey ketin bona peydakirin û nasîna ew kesên ku hewla tepeserkirina neyasayî ya nerizayetiyên mamosteyan dane û azadkirina bê meric a du mamosteyên hatinî binçavkirin ên bi navên“Eskender Lutifî û Mesi`ûd Nîkxwa” û dawî anîn bi tepeserkirin û dosiye saziya çalakvanên sinfî û mamosteyan li seranserê Îranê de dê civînên xwe berdewam bikin.