
Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq şer û pevçûnên Hêza Pêşmergê kurdistanê digel Hêzên rejîma Îranê li navçeyên çiyayî ên Şinoyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Deqa daxuyaniyê weha ye:
Daxuyaniya Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq şer û pevçûnên Hêza Pêşmergê kurdistanê digel Hêzên rejîma Îranê li navçeyên çiyayî ên Şinoyê
Di doma kar û çalakiyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê li Rojhilat, desteyek ji pêşmergeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê di dema guherîna cihê xwe bo cihekî din, di navçeyên çiyayî ên Kêleşîn a şinoyê, şeva 19 li ser 20`ê Gelawêjê demjimêr 1`ê şevê, piştî vê ku ji aliyê caş û ajanên Spaha Pasdaran ve ciyê wan eşkere dibe, ji sê aliyan ve dikevin kemîna hêzeke zêde ya caş û xwefiroşan û Spaha Pasdaran de, û ji hemû aliyekî ve têne agirbarankirin. Eva di demekê de ye ku hevdem mozelanên (molgehên) rejîmê jî, ji dûr ve, û herweha topxaneyeke din ji hemû aliyekî ve, cihê hatûçûna pêşmergeyan agirbaran dikin, û şerekî giran û neberamer dest pê dike.
Xortên netirs û cangorî ên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, gellek bilez berbirûyê hêza zêde û teyar bi çekên giran ên dijmin dibin. Şer hindî ku diçe germtir dibe, bi awayekî ku piştî bersivdana pêşmergeyan, hêza dijmin ji milekî ve paşve vedikêşe, û qada destvekirina pêşmerge berfirehtir dibe,bi awayekî ku pêşmerge bi ser dijmin de zal dibin, û riya bersivdana zêdetir ji xwe re vedikin.
Ew şer heya nêzî demjimêr 6`ê sibezû dom dike, û xisareke canî ya berçav li dijmin dikeve, û li gora zanyariyan rejîm 12 kuştî û 8 birîndaran dide. Dijmin piştre demildest bo dapoşîn û peçavtina xisarên xwe, bi trombêlên peçavtî û hêlîkopterê, kuştî û birîndaran dibe Urmiyê.
Di vî şerê neberamber û bixwîn de, mixabin çar pêşmergeyên cangorî bi navên: Ebdulselam Ebdî, Silêman Mihemedzade, Ebdulwahid Sohrabî û Îsma`îl Îranmeniş canê xwe gorî dikin, û tevlî karwana şehîdên kurdistanê dibin, ku sê kes ji wan hevalên birîndar, bi sedema kûriya birînên xwe, bi narincokên destî, canê xwe dikin goriyê nîştiman, û du pêşmergeyên leheng û cangorî ên “Bajar” jî, di vî şerî de, bi navên: Usman Rehmanî û Mêhran Tehapûr tevî wan çar hevalên din, tevlî refa karwanê şehîdan dibin, û herweha du pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Pêşmergeyên din piştî xatirxwastinê ji şehîdan, sonda emegdariyê bo wan ducarî kirin, û dirêjî dane erkên xwe.
Hê Pêşmergê Kurdistanê ji destpêka “Rasan”ê, û bi taybetî di buhara îsal de, berdewam di navxwe ya Kurdistanê, di nava gund û bajaran de, erk û wezîfeya xwe bi rê ve biriye, û di dema êrîşa dijmin de, di çarçoveya “parastina rewa” de, derbên bibandor li hêzên dijîgelî xistine.
Em xelkê kurdistanê xatircem dikin ku Komara Îslamî wê tawan û baca vê bêpirensîpiya xwe bide, û ew êrîş bêbersiv namîne, herwekî çawa li çiyayê Siyakêw û Bane û Nexede û Pîranşar û Hewrama û …hwd de, selimandin ku ew xortên bicerg û şoreşger, di hundirê Kurdistanê de ne.
Ji aliyê rêberatiya PDKÎ û fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve, em sersaxiyê dibêjne malbatên serbilind ên van şehîdan, û xwe hevpar û şirîkê xemên wan dizanin, û soz didin ku heta bidestveanîna armancên wan, riya wan bidomînin.
Ruha wan şa be
Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê