Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya lêjneya amadekariya sazkirina Kongreya Neteweya Kurd

17:04 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Lêjneya amadekariya sazkirina Kongreya Neteweya Kurd yekemîn civîna xwe girt û daxuyaniyek bilav kirin.
Deqa daxuyaniyê:
Roja dûşemiyê 22’ê Tîrmeha 2013’an, li avahiya serokayetiya herêma Kurdistanê û bi amadebûna 39 aliyên siyasî ji her çar perçeyên Kurdistanê li ser daxwaz û bi serpereştiya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, civînek ji bo behskirina pêngavên sazkirina Kongreya Neteweya Kurd û danîna lîjneya amadekar hate encamdan.
Di destpêka civînê de serok Barzanî bi navê xwe û rêzdar Mam Celal û Abdullah Ocalan bi xêrhatina hemû aliyan kir û balkişand li ser komek xalên stratejiya serekiya sazkirin û serxistina karên kongreyê kir. Hemû aliyên beşdarvanên civînê dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê wê yekê ku pêwîste gelê Kurdistanê bibe xwedî gotar û stratejiyeke yekgirtî li ser bingeha gihandina peyama aştî û pêkvejiyan û karkirina ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî û aştî û adîlaneya kêşeya Kurd û pêkanîna mafên wê yên rewa xistin rû.
Civînê de tekez li ser liberçavgirtina zimanê diyalog, aştî, peyrewkirina demokrasiyê û rêzgirtina îradeya gelê Kurdistanê li hemû perçeyan de û li ber çavgirtina taybetmendiyên her parçeyeke Kurdistanê kirin. Her wiha tekez li ser wê yekê kirin ku ji bo serxistina kongreyê kar bê kirin ku dûrî li hemû cûre helwest û îdeolojiyekî hîzbiyên teng be.

Her wiha balkişandin li ser wê yekê ku kar ji bo wê yekê bê kirin ku biryar û raspardeyên kongreyê bi awayeke kirdarî be û li xizmeta serxistina kongre û berev pêşbirina doza gelê Kurd be û ji bo berev pêşbirina mafên mirov bi giştî û azadiyan û mafên jinan bi taybetî li bi navê berqerarkirina civakeke demokrasî de hengavan bavêje.

Hemû alî li ser karkirina serxistina kongreyê û danîna nexşerêyek û karê lojîstîkî yê pêwîst ji bo gihandina peyam û armancên kongre û danîna mekanîzmekî guncaw ji bo bi cîhkirin û duvdaçûna biryar û raspardeyên kongreyê bi hevrebûn. Amadevanan tekez li ser beşdariya bi bandora jinan û xort û lawan û nûnerên rêxistinên civaka medenî kirin û bi girîngiyê dane li ser pêkvejiyana hemû neteweyên Kurdistanê.

Civînê de balkişandin li ser girîngiya bi hêzkirina pêwendiyên partiyên siyasiyên Kurdistanê yên li hemû perçeyên Kurdistanê kirin û ji bo gihîştina bi mafê rewayên Kurd tekez li ser karê hevbeşiya aliyê siyasiyên rojavayê Kurdistanê kirin.

Di dawiya civînê de biryarê dan lîjneyekî amadekarî ji 21 endam ku nûnerê hemû aliyên Kurdistanê bin pêkbê, bo ku li zûtirîn demî de, kongreyê saz bikin.

Navê aliyê beşdarvanên civînê:

1- Partiya Demokrata Kurdistanê
2- Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê
3- Partiya Karkerên Kurdistanê
4- Kongreya Civata Demokrat DTK
5- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
6- Partiya Aştî û Demokratî BDP
7- Encûmena Niştîmaniya Kurd li Suriye
8- Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê
9- Partiya Demokrata Kurdistanê
10- KNK
11- Partiya Jiyaneweya Azadiya Kurdistanê
12- Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
13- Komela Îslamiya Kurdistanê
14- Tevgera Goran
15- Partiya Şu\'î(Komunist)a Kurdistanê
16- Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
17- Tevgera Îslamiya Kurdistanê
18- Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê
19- Komela Mafê Mirov li Bakûr
20- Partiya Azadiya Kurdistanê
21- Partiya Sosyalîsta Kurdistanê PSK
22- Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par
23- KESK
24- Partiya Serbixweya Kurdistanê
25- Tevgera Demokrata Jinên Kurdistanê
26- Komeleya Şoreşgerê Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
27- Komeleya Kominîsta Îranê
28- Grûpa Diyaloga Dîcle û Firat
29- Partiya Azadî û Sosyalîzm
30- Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
31- Sazimana Xebata Kurdistana Îranê
32- MEYA-DER
33- Tevgera Îslamiya Gel
34- Partiya Demokrata Beşdar KADEP
35- DDKD
36- Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê
37- Partiya Ayîndeya Kurdistanê
38- Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê
39- Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakûr