Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya lêjneya birêveberiya rêûresma bi bîr anîna 75 saliya avakirina Hizba Demokrat

14:00 - 30 Hezîran 2020

Lêjneya birêveberiya rêûresma bi bîr anîna 75 saliya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, rû bi nivîskarên Kurdistanê, daxuyaniyek Weşand.

Deqa daxuyaniyê wihaye:

Nivîskar û pênûsbidestên Kurdistanê!

Ji riya wê daxuyaniyê, em hemî aliyan agehdar dikin ku Lêjneya birêveberiya rêûresma bi bîr anîna 75 saliya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bona bi rêve birina hindî zêdetire bîranîneke bi coş ya wê yadê mezin, daxwazê ji we yên hêja dike ku bi nîvîsandina babetan di hemî aliyên corbecor yên “siyasî, dîrokî, çandî, felsefî, vêjeyî û …varên dinê de”, xebata wê Partiyê ku pareke cudanekirî  ji şanaziya gelê Kurd e û bi parek ji heyîya neteweyîya gelê Kurd tê hesibandin, pêngaweke din bona zêdetirnasandina PDKÎ û tevgera Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de hildin. 

Em daxwazdikin ku bi baldan bi dîroka pir ji ewraz û nişîve wê Partiyê, babet û nivîsên xwe bo wan adresên jêrîn bihinêrin ku piştre û pêka hewce û îmkanatên ber dest, di pişkên Dezgeha Ragihandina giştî ya PDKÎ û herwisa renge di rûpela fermî ya PDKÎ û Rojnameya “Kurdistan”ê de jî bêne weşandin.

[email protected]

[email protected]

Bo zanîna zêdetir li wê derheqê de digel wanhejmarên Telefonan pêwendiyê bigirin

009647511310761

009647511054127