
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya koça dawiyê ya “Elî Qazî” kurê Pêşewa Qazî Mihemed daxuyaniyek belav kir.
Di vê daxuyaniyê de hatiye, mixabin spêdeha roja Yekşemî 19`ê Pûşperê “Elî Qazî” naskirî bi “Kurê Reş” take kurê “Pêşewa Qazî Mihemed” serkomarê Kurdistanê di yek ji nexweşxaneyên welatê “Almaniya”yê de li temenê 89 saliyê de koça dawiyê kir.
Di beşek din a vê daxuyaniyê de hatiye ku mixabin “Kurê Reş” temenekê wisa tunebû demaku karesata hiloşîna Komara Kurdistanê û bidarvekirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî bi ser de hat û wê bûyer li ser jiyana wî û malbata wî bandor kir ku, heta dawîn dema jiyana wî jî devsa wê bi awayek zelal li ser jiyan û derûna wî xuya bû.
Navbirî bi awayek berdewam daxwaza yekîtî û yekrêziya xelk û hêzên siyasî yên Kurdistanê dikir û li ser wê baweriyê bû ku, Kurd bi yekîtiyê dikare bigihîje bi hêvî û armancên xwe.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê her bi vê boneyê sersaxiyê dibêje gelê Kurd û malbata mezin a “Qaziyan” û hemû evîndarên rêya rizgariya Kurdistanê û di vê xema wan de xwe hevpar dizane.