
Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, derheq gireva seranserî ya mamostayên xwendingehên Îran û Kurdistanê, daxuyanyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê!
Mamostayên çeperên perwerdehiyê!
22`ê Rezbera 1397`an, gireva seranserî ya mamostayên xwendingehan yên pareke zêde ji bajarên Îran û Kurdistanê bi awayekî serkevtiyane bi rê ve çû.
Mamosta ev çîna bandordar ya civakê ne ku zêdetirîn xizmetê bo xortên gel encam didin. Ev kêrhatiyê jiyaneke baş in, û di hemû civaka pêşkevtî de, wekî pêşengên civakê çav li wan tê kirin, û ne tenê mafê wan nahê binpêkirin, belkû derfeta baştirîn jiyanê jî, bo wan dibe bê dabînkirin, lê di Îranê de ku di bin desthilata komara Îslamî de ye, ne tenê pila mamostatiyê rêz jê nayê girtin, belkû mafê destpêkî ku bo dabînkirina jiyaneke serdemiyane hewce ye, ji aliyê desthilatdarên komara Îslamî ve tu hesabek bo wan nahê kirin, û di nav jiyaneke pirr bizehmet de wan radigrin, û eva di demekî de ye ku mamosta xizmeta zarokên welat dikin, û bo pêşeroja welat wan amade dikin, gireva seranserî ya mamostayan bi nîşaneya nerazîbûnê li hemberî siyaseta şas û şerxwazane û destêverdan di karûbarên welatên din û alîkarîkirina malî û locistîkî ji girûpên terorîst yên deverê de, ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye, û ji aliyekî din ve jî, li hemberî aloziyên xirab yên aborî yên mamostayan û heqdestên kêm, bilindbûna nirxan, bêqîmetbûna perê neteweyî, serkutkirin û fetisandin û nebûna azadiya ramanê û nebûna bernameyekê bo xwendin bi zimanê dayîkê, li ser xwast û daxwaza komek mamostayên pêşeng, gireva seranserî di asteke bilind de hate lidarxistin.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî piştevanîkirina ji xwast û daxwazên rewa yên mamostayên xwendingehên çeperên perwerdehî û zanistê di Îran û Kurdistanê de, daxwaz ji gelên Îran bi taybet tevgerên civakê dikin, da ku bi hev re bi yekgirtîbûn û yekdengiyê, piştevaniya daxwazên rewa yên mamostayan bikin.
Hevdem daxwaz ji xelkê xebatkar û şoreşger yê Kurdistana Rojhilat dikin, bi her awayekî ku dikarin, piştevaniyê ji daxwazên rewa yên mamostayên Kurdistanê bikin.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê
23`ê Rezbera 1397`an
15`ê Çiriya Pêşîna 2018`an