
Navenda Jinan a Rojhilatê Kurdistanê li derheq serkevtin a baykotkirina hilbijartinan, daxuyanike belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Navenda Jinan a Rojhilatê Kurdistanê bi boneya serkevtina rewa ya xwesata xelkê li şanoya hilbijartina sala 1400 a Rojî
Ewa ku li şanoya hilbijartinên Komara Îslamî de qewimî, nivîsîneke nû di dîrokekê de ye ku, zêdetir ji 4 dehikan e ku bi nerewa li ser xelkê hatiye sepandin.
Di şanoya hilbijartina îro de, “Ne” yeke mezin bi Komara Îslamî hate gotin, xelkê Kurdistanê bi baykotkirina binav hilbijartinên Komara Îslam, hilbijartinek bi rê xistin û “Ne” yeke mezin bi Komara Îslamî gotin ku nîşandeka jinavçûna pêgeha Komara Îslamî û di hemen demê de rewatiya xwesta xelkê bû.
Navenda Jinan a Rojhilatê Kurdistanê bi sindoqên serkevtina mezin a li îro ku bi sindoqên vala û cihên dengdanê ên vala nîşanî cîhanê dan, li xelkê û bi taybet li jinan pîroz dike û tevî spasî ji hemû çalakvanên kempênên “Ne” bi Komara Îslamî, wê nerizayetiyê bi girîng verdigre û ew destpêka qonaxeke nû li xebat bi dijî Komara Îslamiya Îranê tê hisêb.
Di wê qonaxa nû de, hêzên li dijî Komara Îslamî berfirehtir ji berê ne û komara Îslamî jî di lawaztirîn pêgeha xwe de ye. Ti gumanek di vê yekê de nîne ku netewa Kurd û li wê navberê de jinan, zêdetirîn qazancê ji guherîn û herîfîna Komara Îslamî dikin.
Lewma Navenda Jinan a Rojhilatê Kurdistanê bi hewce dizane ku tevî spasî ji hemû çalakvanan û xelkê Kurdistanê bi taybet jinan, wê serkevtina mezin li hemû jinên Kurdistanê pîroz bike.
Navenda Jinan a Rojhilatê Kurdistanê
18 June 2021
18ê Hezîran a sala 2021 zayînî