Kurdistanmedia: Rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkefta koça dawiyê a Mîr Tehsîn Beg, Mîrê oldarên Êzidî, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye;
Daxuyaniya Rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkefta koça dawiyê a Mîr Tehsîn Beg, Mîrê oldarên Êzidî
Em xembarbûna xwe bi helkefta jidestdana vî kesatiyê naskirî tînin ziman û bi vê helkeftê jî sersaxiyê didin oldarên Êzidî bi giştî, malbata vî a hêja û xizm û kesûkarên wî û xwe bi şirîkê xema wan dizanin.
Mîr Tehsîn Beg, kesatiyekî olî û Kurdperwer bû ku temenê xwe di pêxema rênimûniya xwîşk û birayên me ên Êzidî de qurban kir û hevdem kesatiyekî niştîmanî û Kurdperwer bû ku di tevgera Kurdan de li Başûrê Kurdistanê bandoreke berbiçav hebû. Bi taybetî jî di mijara qirkirina Êzidiyan de li Şingalê, hawara mezlûmbûna oldarên Êzidî bû û di vê derbarê de roleke bi bandor hebû. Bê guman jidestdana vî kesatiyê bi nirx, ziyaneke mezin e ji bo hemû aliyan.
Rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide oldar û xembarên koça vî mirovê mezin û hêviya bêhnfirehiyê ji wan re dixwaze.
Ruhê wî şad be
Rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
8’ê Rêbendana 1397’an a Rojî
28’ê Kanûna Paşîn a 2019’an a Zayîn