Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Hizba Demokrat derbarê belavbûna pirtûka «Barzanî û tevgera rizgarîxwaziya Kurd»

16:57 - 11 Şibat 2022

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser belavbûna pirtûka « Barzanî û tevgera rizgarîxwaziya Kurd » daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Daxuyaniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)

Hevwelatiyên rêzdar !

Hogirên pirsa Kurd û Kurdistanê !

Piştî belavbûna kitêba « Barzanî û tevgera rizgarîxwaziya Kurd » bi taybetî ew 60 rûpelên pirtûkê ku bi awayê deng hatiye belav kirin û zêdetir têkildarî bûyerên dehsalên 1980 an û hebûna birayên PDK (Başûr) li Rojhilatê Kurdistanê û tevgera Kurd di wê beşa Kurdistanê de heye, dijkiryarên berçav di raya giştî de ji aliyê weltperweran ve li pey xwe anî.

Di destpêkê de pêwîst e em vê yekê bidin zelalkirin ku tevlîhevkirina dîrokê û berevajî nîşandana rastiya bûyerên wî serdemî, ji aliyê her alî û hêzekê ve bê kirin, ne tenê alîkariyê bi dîroka rast a bûyeran nake, belkî weke kareke nateba ligel rastiya bûyeran û xisar gehandin bi dîrokê tê hesibandin.

Di heman demê de serhildana her alozî yan cudahiya nerîn û ramanan bi gotinên sivik û zimanê tûj, li ser torên civakî nayê çareserkirin û ligel siyaset û nerîna Hizba Demokrat (PDKÎ) lihev nayê.

Cuda ji vê yekê ku peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistan (Başûr) û Hizba Demokrat di qonaxên cuda cuda de ligel evraz û nişîvan rûbirû bûye û di her qonaxeke zemanî de jî, her aliyekê gotinên xwe li ser wê yekê kirine. ji nû ve hildana wan bûyeran di dema niha de, ligel ev rûpela nû ya ku di 30 salên derbasbûyî de li peywendiyên dostane ên di navbera her du aliyan de hebûne nateba ye.

Baskirin ji wan babet û mijarên ku li dema xwe de, di rewşeke ne dostane de hatine gotin, belvakirina wan bi awayekî taybet û armancdar, ji xeynî birîndarkirina hest û soza neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, tu berhemeke din jê şîn nabe. Bi taybet ewa ku nerîna wî rêzdarî, lênihêrîneke yekalî ye û hemû tawan xistine stûyê Hizba Demokrat (PDKÎ) û PDK(Başûr) bê tawan û bê şaşî nîşan daye. Ew cure dadweriya yek alî, dûrketin ji rastiya bûyerên wê dîrokê ye û ji rêzdar Barzanî nedihat çaverê kirin.
Bi taybet ya ku peywendî bi serxwebûna siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve heye, eyane ku Dr. Qasimlo bingeha wê daniye û niha jî berdewam dike,hem bi belge û hem jî bi şahidiya neteweya Kurd li her du beşên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatiye selimandin û li ber çavê raya giştî û xelkê Kurdistanê ye.

Hizba Demokrat (PDKÎ) li heyamê 76 sal temenê tejî ji evraz û nişîv ê xwe di çepera xebat bona bidestveanîna mafên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de bê kêmasî nebûye, lê em bi şanazî ve dibêjin tu kes û aliyek nikare xaleke lawaz di dîroka wê partiyê de li asta peywendiyên wê bi wan dewletan ve ku Kurdistan li ser wan hatiye parvekirin, destnîşan bike ku xisar û zerar gihandibe tevgera Kurd li her yek ji parçeyên Kurdistanê.

Li vir hêja ye em vê yekê jî bibîr bînin ku Hizba Demokrat(PDKÎ) ji ber rewşa nexwestî û sepandî ya siyasî di wê heyama ku binke û baregehên wê li Başûrê Kurdistanê bûne, bi tu awayî dest nexistiye nav kar û barên navxwe ên wê beşa Kurdistanê û herdem bi berpirsyariya xwe ya Neteweyî li hember wan bûyerên ku têkildarî pirsên Neteweyî hebûye, tevgeriya ye û tim gelê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê ji bo hewarhatina û piştgirî kirin ji Başûrê Kurdistanê han daye.

Aştîxwazî û bawerî hebûna Hizba Demokrat(PDKÎ) bi çareserkirina pirsa kurd bi rêya siyasî ve di Îranê de evqas diyare ku ne tenê di vê derbarê de nabe pakane bo rejîma binpêkerê mafên kurdan( Komara Îslamî ya Îranê) bê kirin, ji ber ku li ser wê yekê tim tometa sazişkariyê li Hizba Demokrat hatiye dayîn.

Di dawiyê de baştir e lêkolîn û hildana bûyerên tal ên berê bi dîrokzanên bê alî û rastbîn bihê sipartin û em tekezê li ser peywendiyên dostane û welatperwî yên her du aliyan bikin.

Di wê rewşa niha de çavnihêriya me ji dost û dilsozên Hizba Demokrat( PDKÎ) ewa ye ku di vê qonaxa hestiyar de, bi hişarî û hest bi berpirsyartî kirinê ve, ji wê mijarê binêrin û bila nirxandina we bi awayekê bin ku di berjewendiya giştî ya Netewî û di xizmeta yeketiya navbera hêzên siyasî de bihê meşandin.

Rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

21ê Rêbendana 1400an a Rojî