Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Rêkxirawa berevanê ji mafê Mirovan a Kurdistanê: Dawiyê bi îdama ciwanên Kurd, Ereb û Belûçan bînin

13:10 - 29 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Rêkxirawa berevanê ji mafê Mirovan a Kurdistanê, di vê daxuyaniyê de daxwaz ji rejîma Îslamiya Îranê kiriye ku dawiyê bi îdama ciwanên Kurd, Ereb û Belûçan bînin.


Deqa daxuyaniya ku gihştiye malpera Kurdistanmedia:


Di van çend rojên borî de Sadiq Larîcanî serokê Dezgeha Dadweriyê serdana urmiyê kir. Çavnihêrî ew bû ku girtiyên siyasî ên Kurd di Urmıyê de bêne azadkirin, yan jî cezaya wan kêm bikin. Lê berevajiyê vê yekê serokê Dezgeha Daweriyê biryara kuşt û kuştarê nderkiribû, û di wan du rojên borî de mixabin du kes ji girtiyên siyasî ên Kurd bi navên Hebîbullah Gulperîpûr û Reza Îsmaîlî bi awayekî ne cihê baweriyê hatne bidarvekirin.
RMMK, tevî şîkerekirina nerehetiya xwe derheq îdama du ciwanên Kurd daxwazê ji berpirsyarên dadweriyê ên hikûmeta ranê dike ku dawiyê bi kuştina ciwanên Kurd, Belûç û Ereb wek cudahîxwaz û muharib bînin.
RMMK herwusa daxwazê ji berpirsyarên hikûmetî dike ku di cihê tolhildan û îdama girtiyên sioyasî ên Kurd lêkolînê li derbarê kuştina pênc endamên Sipaah Pasdaran ku bi awayekê cihê şik û gumanê hatne kuştin (tê çavnihêrî kirin ku bibne goriyê tolhildanên wan ên navxweyî) di demekê de ku partî û girûpên opozisyona Kurd berpirsyariya vl negirtine stûyê xwe, bidin.

Sekretariyeta RMMK’ê
27’ Çiriya Pêşîn a 2013’an
5’ Xezelwer a 1392’an a Rojî