Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya yekemîn konferansa Ciwanên Kurditsana Rojhelat (Hejmara 2)

12:44 - 25 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: 2\'emîn ragihandina Lêjneya Amadekar ya yekemîn Konferansa Ciwanên Kurdistana Rojhelat hate bilavkirin.


Deqa vê daxuyaniyê ku gehiştiya malpera Kurdistanmedia, bi vî awayî ye:


Ciwanên xweragir ên nîştiman!

Endam û alîgirên saziyên taybet bi Lawan!

Xelkê nîştemanperwer ê Kurdistanê!
Her weke ku li daxuyaniya hejmara 1\'an a Lêjna Amadekar ya yekemîn Konferansa Ciwanên Rojhelat li jêr diruşma Yekrîziya Lawan ber bi paşerojeke geş li 15’ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, bi agehdariya lawên hêja gehiştiye, derheq bi konferansê û haydarkirin ji birêveçûn û daxwazkirina ji wan kesên ku xwazyarê beşdarîkirinê ne, C V a xwe bo Lêjna Amadekar rê bikin.
Paş çandîn civîn û rûniştinên Komîteya Amadekar derheq bi mikanîzm û amadekariyên birêveçûna konferansê bo haydakirina we hêjayan, radigehînin ku Komîteya Amadekar li ser xalên jorê sax bûne, û bernameya karî ya konferansê, bi vî awayî wê birêve biçe.
1: Konferans di dawiya maha Sermaweza îsal de tê lidarxistin.

2: Konferans di rojekê de bi beşdariya 150 nûneran karên xwe birêve dibe.

3: Tewerên konferansê wan mijarane bi xwe ve digre:

- Enfala sipî û karîgerî li ser lawên Rojhelat!

- Diyardeya koçkirina ciwanên Rojhelatê bo derve!

- Îslama siyasî û encamên wê di Rojhelata Kurdistamê de!

- Dardekirin û girtina lawên Rojhelat!

-Astengiyên li ser riya gihîştina bi dadperweriya civakî di Rojhilata Kurdistanê!

-Rola ciwanan di şoreşa rizgarîxwaziya Rojhilatê Kurdistanê!

- daxwaz û çavnihêriyên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê!

-Çawaniya amadekariyan bo Konferansa Neteweyî ya çar percent Kurdistanê!

Çaremîn: bo rêjeya beşdarbûyiyan, ji sîstema Kota ya %40 ji bo jinan hatiye diyarîkirin.
Di dawiyê de em daxwazê ji tewaya ragehandin, partî, kesayetî, rêkxirawên her çar beşên Kurdistanê dikin ku heya 20’ê Sermawezê (11.12.2013), ji riya Emaila konferansê \'\'[email protected]\'\', ji riya û nûnerên tewahiya rêkxirawên Rojhilata Kurdistanê, , têdîtin û pêşniyarên xwe ji me re bişînin.
Ciwanên hêja û çalakvanên siyasî û medenî ên Rojhilata Kurdistanê, careke din radigehînin ku ew kesên daxwaza beşdarîkirina di Konferansê de dikin, û temenê wan di navbera 18 heya 35’ê ye dikarin (C.V) a xwe bi armanca beşdarîkirina di konferansê de bo Emaila \'\'[email protected]\'\' bi Lêjneya Amadekar bişînin.
Serbilindî û serkevtin bo yekemîn KonferansaCiwanên rojhilat


Lêjneya Amadekarî ya Konferansê
4’ê Sermaweza 2713’an a Kurdî
25’ê Çiriya Paşîn a 2013’an a Zayînî