
Yekîtiya Mamosteyên “Merîwan û Hewraman”ê li derheq roja cîhanî ya Zimanê Dayîkî daxuyaniyek belav kirin û di vê daxuyaniyê de hatiye: “Her kes û her neteweyek, zimanê xwe bike bi zimanê deshilat û bi zora çekê bisepîne, eva diyar e ku di nav hizra reş a nezanîn û nefamiyê de bat bûye.”
Di vê daxuyaniyê de bo geşandin û vejandina Zimanê Kurdî çend xal xistine ber çav ku beşek ji wan xalan pêk hatine ji: “Zimanê Kurdî bibe bi zimanê zanistî di hemû warê zanistê de û herwisa destewaje û zaraveyên zanistî bo bêne danîn.”
Di beşek din a wê daxuyaniyê de hatiye:
Di sala 1952an a Zayînî de, di rojek wekî îro de xwendekarên zanîngeha “Dak” bi çeka zimanê siyaseta sistemî ya polîsên “Pakistan”ê xwîna wan hate rijandin û rûpelek din ji dîroka têkoşana mirovayetiyê li derheq mafê rewa hate sorkirin.
“UNCO” di sala 1999an de roja 17ê “November”ê wekî roja cîhanî ya Zimanê Dayîkî ragihand û encumena giştî ya Netewên Yekgirtî bo piştevanî ji zimanê hemû gelên cîhanê sala 2008an wekî sala navdewletiya ziman navnîşan kir.
Divê xulên hînkirina rênivîs û rêzimanî yên Kurdî di hemû astekê de li gund û bajaran de bê damezirandin, hunermend û pirtûknivîs û çîroknivîsên zarokan divê zêdetir bala zarokan bo ser xwendin û nivîsandin bi zimanê Kurdî rabikêşin.