Herdûk şandên Îran û Amerîka bi armanca hevdîtin û danûstandinê niha li Îslamabadê de ne û ji aliyê desthilatdarên Pakistanê ve hatine pêşwazîkirin.
Berî evê ku hevdîtin bête kirin, rêjîma Îranê ji ziman serokê şanda xwe ve anku Qalîbaf ve, şert û merc bo encama wê hevdîtinê danane.
Qalîbaf ragîhandiye ku şertê me bo evê ku em digel şanda Amerîkayê rûnên, ev e ku Îsraîl bombarana li ser Hizbulahê bisekinîne û şertê duyê jî azadkirin anku dana hemî dirafê bilkekirî yê Îranê ye.
Hin çavkanî û media û desthilatdarên Îranê base hinek şertên dine jî dikin bo vekirina gevriya Hormozê, wek: Qerebuya xisareta êrîşa bo ser Îranê, zemanetek bo ji nû ve destpênekirina êrîşan, base hêla sor a meyandina oraniyomê û Bernama etomî û gelek mijarên din.
Lê Tiramp û desthilatdarên Amerîka ragîhandine ku danûstandin tenê li derheq vekirina gevriya Hormozê ye, pirsa Etomî, Mûşekî û dironî, piştewanî ji girûpên piroksî û mijarên din ku berê me digel Îraniyan gotûbêj li ser dikir, her li cihê xwe dene û dive Îran bê qeyd û şert wan daxwazan qebûl bike.