Donald Trump, serokê Amerîkayê, di daxuyaniyeke tund de ragihand ku medya rastiyan berovajî dikin û berevajî îdiayan, Îran di rewşa "şikestineke mezin" de ye.
Trump îdia kir ku hêzên deryayî û hewayî yên Îranê ji nav çûne, sîstemên parastinê û radaran hatine rûxandin û kargehên berhemanîna mûşek û drona heta asteke mezin ji kar ketine.
Wî her wiha îdia kir ku gelek fermandarên kevn ên Îranê êdî li qadê nînin û jinav çune.
Serokê Amerîkayê got ku tenê amûra di destê Îranê de mayî "mînên deryayî" ne, lê îdia kir ku hemû keştiyên mînrijên ên Îranê jî hatine jinavbirin.
Trump ragihand ku Amerîkayê dest bi paqijkirina Tengava Hormozê kiriye.
Wî ev yek wekî alîkariyek ji bo welatên wekî Çîn, Japonya, Korêya Başûr, Fransa û Almanyayê bi nav kir.
Di dawiyê de wî diyar kir ku tankerên neftê yên vala yên welatên cuda ber bi Amerîkayê ve diçin da ku neftê bar bikin.