Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, di posteke nû de li tora civakî ya "Truth Social" ragihand ku di destê Îranê de ji bo danûstandinê tu kartên bihêz nîn in; tenê ew tişt nebe ku wî wekî "bacwergirtina kurtedem ji cîhanê bi rêya rêreweyên navdewletî" wesif kiriye.
Trump di peyama xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku wekî diyar e Îranî fêm nakin ku tu kartek di destê wan de nîn e, ji bilî bikaranîna rêreweyên navdewletî ji bo zextên demkî li ser cîhanê. Her wiha di heman peyamê de nivîsandiye: "Tenê sedema ku îro ew sax in, danûstandin e."
Ev daxuyanî nîşan didin ku koşka Spî hîn jî Tengava Hormozê wekî amraza herî girîng a zextê ya Tehranê û di heman demê de wekî "girêka kor" a sereke ya her peymaneke muhtemel dibîne.
Trump di posteke din de nivîsandiye ku Îran di birêvebirina "medyaya sexte" û "têkiliyên giştî" de, li gorî şerkeriyê pir serkeftîtir e.
Ev cureyê zimanê tund, berdewamiya heman siyaseta zextên derûnî yên Washingtonê ye ku di destpêkirina guftûgoyên Pakistanê de, hevdem ligel gefên serbazî tê meşandin.