Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Neşiyaniya Spaha pastaran di vekirina Tengava Hormuzê de

17:09 - 11 Nîsan 2026

Rojnameya New York Times ji zarê karbidestên Amerîkî ragihandiye ku Spaha Pasdaran nekarî ye Tengava Hormuzê bi temamî ji bo hatûçûna keştiyan vebike; ji ber ku nikare hemû mînên ku di vê rêyê de hatine danîn, kom bike.

​Li gorî vê raporê, «rêyên ewle» yên ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine ragihandin pir sînordar in. Sedema vê yekê wekî mîn danîna belav û bêyî plansaziya hûr di vê ava girîng de hatiye destnîşankirin.

​Karbidestên Amerîkî her wiha tekez kirine ku ne diyar e ka Spaha Pasdaran cihê rastî yê hemû mînan dinase an na. Heta di wan rewşan de ku cihê hin mînan hatiye diyarîkirin jî, îhtîmala guherîna cihê wan bi sedema pêlên avê an jî derbasbûna demê heye; mijarek ku xetereya hatûçûna deryayî bi tundî zêde kiriye.

​Spaha Pasdaran berê hoşdarî dabû ku di «herêma trafîka sereke ya Tengava Hormuzê» de îhtîmala hebûna «cûreyên mînên li dijî keştiyan» heye û rêyên alternatîf ji bo hatûçûna keştiyan ragihandibûn.

​Hêza Deryayî ya Spahê di berdewamiya daxuyaniya xwe de, ji hemû keştiyên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin re ragihandiye ku ji bo «parastina ji lihevketina mînên deryayî»، bi rêyên diyarîkirî yên vê hêzê, rêyên alternatîf ên li derdora girava Larkê bikar bînin.