Desteya Rêveberî a Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê 83 mîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir û bal kişand ser rola dîrokî ya ciwanan di tevgera rizgariya neteweyî de. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev roj ne tenê bîranînek e, belku rêzgirtineke ji bo dîrokek ku bi îrade û hişyariya lawên Kurd hatiye nexşandin.
Daxuyanî balê dikşîne ser serdema Komara Kurdistanê û diyar dike ku ciwanan her dem li kêleka rêberên neteweyî, pêşengiya xebata azadî û rûmetê kirine. Hat destnîşankirin ku Yekîtiya Lawan di parastina nasnameya neteweyî de, çi di qada siyasî û çandî de û çi jî di nava refên pêşmergeyan de, xwedî roleke sereke bûye.
Di beşeke din a peyamê de behsa bandora ciwanên îro hat kirin û hat gotin:
"Nifşê nû bi bikaranîna amrazên nûjen û medyayê, kariye dengê Kurdan bigihîne cîhanê û mîrata borî bi pêşerojê ve girê bide."
Di dawiyê de, Desteya Rêveber careke din pîrozbahî li hemû endam û alîgirên xwe yên li navxwe û dervayî welat kir û tekezî li ser berdewamiya xebatê heta gihîştina bi armanca herî mezin ku azadî û rizgariya Kurdistanê ye, kir.