
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê, li derheq gefxwarin û binçavkirina mamosteyan li bajarên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê, li derheq gefxwarin û binçavkirina mamosteyan
Xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê!
Mamosteyên bi helwêst û mafxwaz!
Piştî nerizayetiya rewa ya mamosteyên Îran û Kurdistanê li roja 11ê Banemera sala 1401an a Rojî, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, çend mamosteyên mafxwaz li bajarên Kirmaşan, Sine, Seqiz û Merîwanê binçav kirin û gefa derxistin û binçavkirinê ji dehan mamosteyên din li bajarên din yên Kurdistanê xwarin. Eva di demekê de ye ku di niha de rewşa aborî û pêgeha civakî ya mamosteyan gelek xirab e û bandên gendel û diz yên desthilatdaran dest bi ser saman û dahata netewî de girtine û bo girûpên terorîst yên deverê xerc dikin û gelên Îranê bi giştî û nemaze mamoste di hejarî û nedariyê de dijîn.
Ji aliyekê din ve jî, rewşa xirab a perwerde, bi perekirina xwendinê, pêşîgirtin ji xwandin bi zimanê dayîkî yên netewên Îranê û dehan diyardên din li sîstema perwerda Îranê de, mamoste gihandine anîne ser vê bawerê ku nabe li hember wan diyardên dizî û sîstematîk yên rejîma Îranê bêdeng bin û divê dengê nerizayetiya xwe bilind bikin. Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê tevî tekezkirin û piştevanîkirin li xwastên rewa yên mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê, gefxwarin û binçavkirina mamosteyan ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma Îranê ve şermezar dike û daxwazê ji xelkê Kurdistanê bi taybet dersxwan û malbatên wan dike ku bi bilindkirina dengê nerizayetiya xwe û mangirtinan, wekî hertimî piştevanê daxwazên rewa yên mamosteyan bin.
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê
15ê Banemera 2722an a Kurdî