Kurdistanmedia: Di vê daxûyaniya Yekîtiya Zanayên hatiye: Em riftara deselatdarên rejîmê tevî kêmaniyên olî û bitaybetî pêrewên olê Yarî pirotesto dikin.
Eva deqê daxûyaniyê ye:
Bi navê yezdanê mezin
Hevnîştimaniyên rêzdar!
Xûşk û birayên Musuilman!
Her weke haydarin di çend rojên borî de hikûmeta binav Îslamî a Îranê ku hertim li dijî yasa û bingehên Îslama rastîn bûye, bo carek din bêrêziyê bi olê Yarî, yek ji olên kevnar a netewa Kurd kiriye û her di vê derheqê de jî, du hemwelatiyên Yarisanî li ber deriyê fermandariya Bajarê hemedanê, bi nîşaneya nerazîbûna xwe, şewat berdan leşê xwe û mixabin yek ji wan bi navê Nîkmerd Thêrî xelkê Bajarê Sehnê li parêzgeha kirmaşanê canê xwe ji dest da.
Deselatdarên rejîma binav Îslamî a Îranê di demekê de bi navê ol û Îslamê we bêrêziyê bi ol û kêmaniyên mesebî dikin ku olê Îslamê û Pêxemberê Xwedê silavên xwedê li ser bin, bi awayek berdewam pêdagirî li ser rengareng bûna mirovan di warê ol, ziman û reng we kiriye û herweha berdewam bas ji bihevre jiyana bi aştiyane kiriye.
Em weke Yekîtiya zanayên olî ên kurdistana îranê, ew riftara deselatdarên rejîmê tevî kêmaniyên olî û bitaybetî pêrewên olê Yarî pirotesto dikin û xwe bi şirîkê xemên malbata Nîkmerd Tahêrî dizanin û hêvî dikin ku xwedayê mezin û bi rehim, ji sûçên wî xweş be.
Yekîtiya zanayên olî ên kurdistana îranê
8’ê Hezîran a 2013’an