Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza dadgehîkirina rêberên Hizbullahê hat kirin

16:07 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Dostên sereke ya opozisyona Sûrîyê roja Sêşemê daxwaza dadgehkirina rêberên çekdarî ya Hizbullah ya Lubnanî kirin jiber rola wan di şerê Sûrîyê de.


Opozisyona Sûrîyê herwiha kêfxweşîya xwe ragihand hemberî biryara Yekîtîya Ewrûpî jibo nasandina şaxê leşkerî yê Hizbullah wek rêxistineke teroristî.
Di civînekê de roja Duşemê, wezîrên derveyên 28 welatên Ewrûpî bi yek deng biryar dan ku şaxê leşkerî yê Hizbullah ya Lubnanî bi rêxistineke teroristî bi nav bikin.

Wezîrên Ewropa biryar dane ku hemû daraya Hizbuşahê biloke bikin û vîza bi endamên vê rêxirawê nehê dan.

Girûpa Hizbullahê ji aliyê rejîma Îslmiya Îranê ve piştîwaniya malî û leşkerê têkirin û aniha hêzên Hizbulla bi heceta piştîwanî li Beşar Esed li nav axa Sûriyê de ne.
Hizbullaha Lubnanê di lîsteyên terorê yên Amerîka, Kanada, Awusturalya, Brîtanya û Holandayê de cih digire.
Hêjayî gotinê ye ku, Hizbullah, ya Şîe, alîgirekî xurt ya rêjîma Beşar Esed e.