Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza wesîqa yek mîlyard Tûmen bo serbestkirina 4 girtiyên siyasiyên Kurd

22:28 - 23 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Dezgeha dadweriya rejîma Îslamiya Îranê, dazxwaza wesîqa yek mîlyard Tûmen ji 4 girtiyên siyasî ên Kurd kir.

Kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî bilavkir, Mensûr Derya Nûş, Şoriş, Sultan û Welî Efşarî ji aliyê dadigeha “Înqilab”a bajarê Urmiyê ve daxwaza yek Mîlyard Tûmen wesîqe ji wan hetiye kirin.

Her divê pêwendiyê de dadweriya dosiyê bi wan ragehndiye, dibe ev kesên ku wesîqê danîne dibe çeka sipî jî danên.

4 welatiyên siyasiyên han ji aliyê dozgeriya “Înqilab”a bajarê Urmiyê ve bi sûça hewldan bi dijî ewlehiya milî, her yek ji wan bi 5 salan zîndan hatin mehkûmkirin.

Çavkaniyê eva jî anî ber bas, diyarkirina ev hindek dirave ji tewana tu yek ji malbatên wan girtiyene de nine.