
Roja Şemî rêkevta 1`ê Gelawêjê, dayîk û bavê “Rêbiwar Ref`etî” Pêşmergê Kurdistanê û xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Îsa Ref`etî” kurê “Me`isûme û Hesen” û hevjîna wî “Mehbûbe Pervane” keça “Esmer û Ebobekir” û xelkê gundê Hêye ya girêdayî bajarê Şinoyê di qezaya tirafîkê de canê xwe ji dest dan.
Xwedêjêrazî Îsa û Mehbûbe roja Înê Rêkevta 31`ê Pûşperê, li ser rêya Şino-Nexede rastî bûyera hatinûçûnê bibûn.
Kurê wan du xwedêjêraziyan yê bi navê “Rêbiwer Ref`etî” Pêşmergê Kurdistanê û çeka berevanîkirin ji ax û welatê xwe havêtiye milê xwe.
Roja Şemiyê termê navbiriyan bi beşdariya xelkek zêde li bajarê Şinoyê û deverê bi axê hat spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje, malbat û kesên navbiriyan û xwe bi hevbeşê vê xema wan dizane.