
Di Îrana belalêdayî de daxistina Ziyaretgeha Îmam Riza li Meşhedê û Fatmê li Qumê, alozî û pevçun çêdibe.
Roja derbas bûyî li ser daxwaz û lahiya pizişkên tendirustiyê û ew kesên ku xema canê xelkê Îranê dene, Deryê Ziyaretgehên Meşhed û qumê hatne daxistin , ku hejmarek tundajoyên ser bi rejîma Wilayeta Feqih êrîş kirne ser û derî şikandin û li henber daxistna wan 2 nawendên olî rawestiyan.
Di demekê de ku pêka hemî berhevdanan kombûn û qerebalixî dikare bibe sedemê belavbûna bileze Vîrûsa Korona, û bona xwe parastinê dibe her kes xwe ji qerebalixiyê biparêze.
Her lewmaye jî ku ne tenê di Îranê de belkî di piraniya Cîhanê de nawend û cihên kombûnan û bi taybetî cihên Olî hatine daxistin.
Li Erebistanê Deryê Ke`ebê anku mala Xudê li ber pêşîgirtin ji belavbûna koronayê hate daxistin.
Li piraniya welatên Cîhanê mizgevt û Kilîsa û hemî cure merasimeke Olî hatne daxistin û rawestandin.
Li Îraqê Nawendên Oliye weke Necef û Kerbelayê hatine daxistin.