Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî a PDK Îranê: Komkujiya xelkê Kurd li Sûriyê biryara cîhada Xomeynî bi dijî gelê Kurd bi bîr tîne

17:09 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya bûyerên wan dawiyane ên Kurdistana Rojava daxuyaniyek bilav kir.

ku deqê daxuyaniyê weha ye:

Hevwelatiyên rêzdar!
Ogirên mafên mirovan!
Heyamek berî niha di Sûriyê eniyeke ser bi rewta binajoxwaz û tendrew ya Îslama cehadî bi dijî hêzên Kurdî hewara xwe bire ber bingehên ayînî û fetwaya cehadê bi dijî neteweya Kurd li Kurdistana Sûriyê derkir, û biryar dan ku rêtina xwîna Kurdan û jin û zarokên wan helal e bo terorîstên wan, û êrîşeke hovane bi dijî neteweya Kurd û xelkê asayî û bê çek û bê êvirgeh dest pê kir. Din doma vî şerê cehadî û bi nav moqedes li jêr navê ayînê Îslamê de, çekdarên ser bi rewtên tendajo dest kirin bi komkujiyê û li çendîn cihên Kurdistana Sûriyê tevî rehîngirtina xelkê asayî û jin û zarokên Kurdan, çendîn tawanên dijî mirovî jî afirandin û xelkê çend gundan bi hevre gullebaran kirin, û kuştareke bi kom rê xistine ku tawanên hêzên rejîma Xomeynî piştî derkirina biryara cîhadê bi dijî gelê Kurd tîne bîra me.
Kom û komeleyên mirovdost!
Di demekê de ku hinek ji rewtên selefî cîhadî ên tundrew li Sûriyê tawanên weha bi dijî neteweya Kurd birêve dibin, bêdengbûna li hemberî wan reşekujî û tawana şer de, reng û rûyê alîgirî ji tawanê bixwe ve digre û em daxwazkar in ku tevî şermezarkirina wan tawanan alîkariyên mirovî ên bilez bigehînne vî xelkî û li hemberî terorîstan û tawanbaran de piştevanî ji xelkê bê tawan ê Kurd li Sûriyê bê kirin, û herweha bi bîra hêzên Kurdî li Sûriyê bînin ku dijminê Kurd yekgirtî û yekdest e û tenê bi tawana Kurdbûnê wan dikuje, lewra em daxwazê li tev hêzên Kurdî dikin ku bi qebûlkirina yektir û bi hevahengî û alîkarî û bi rêz û hurmeta yeksan û hevta bo parastina gelê me li Kurdistana Sûriyê û bo birêvebirina herêmê pêngavan hilgirin û wan bûyeran nîşan dan ku li jivbilavî û qebûlnekirina yektir tenê dijmin qazancê lê dike.

Partiye Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
12’ê Gelawmja 1392’an a Rojî
3’ê Tebaxa 2013’an a Zayînî