Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan kes ji hevwelatiyên Efxanî bi destê hêzên leşkerî ên rejîma Îranê, hatin kuştin û birîndarkirin

21:40 - 12 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Berpirsên “Walî Fera” a Efxanistanê ragehandin, hejmarek hevwelatiyên Efxanî li ser sînor bûne armanca gulleyan hêzên leşkerî ên rejîma Îranê, û di encam de hejmarek hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Ebdullrehman Jewindî bi radyîya Azadiyê re ragehand: Heya niha bi awayeke rohn qasa kuştin û birîndarbûnan nediyare, lê li gor zanyariyan 9 hevwelatiyên Efxanî hatîne birîndarkirin.

Çavkaniyekê li zarê yek ji wan hevwelatiyane eşkere kir, di demekê de ku me dixwast biçîne axa Îranê ji aliyê hêzên leşkerî ên rejîma Îranê ve pêşiya ji me hat girtin û di dema ziwirandin bi axa Efxanistanê me dane ber gulleyan.

Hevwelatî han eşkere kir, di demekê de ku hêzên rejîma Îslamiya Îranê teqe ji me kir em di nav axa Efxanistanê de bûn.

Heyamek beriya niha hêzên întizamiyên rejîm 11 hemwelatiyên Efxanî û Pakistinî li ser sînoran kuştibûn û termê wan jî radestê malbata wan nekiribû.

Malbatên wan kuştiyane konsolgeriya rejîma Îranê li Pakistin û Efxanistanê, bi nîşana nerazîbûn dabûne ser keviran û daxwaza termê zarokên xwe kiribûn.