
Kurdistanmedia: Îtila`ata Spaha Pasdarana terorîst dehan kes li hevwelatiyên Belûç yên xelkê Caliqî desteserkirin û bo ciheke nediyar veguhastine.
Kempêyna çalakvanên Belûç di vê derheqê de ragehandiye ku: Rêkevta 9 û 10 ê Banemarê, îtila`ata Spaha Pasdarana terorîst, dehan hevwelatiyên Belûç di malên van de desteserkirine û bo ciheke nediyar veguhastin.
Li gorî vê agehdariyê: Tawana van girtiyan heya niha jî nezelale, lê, hekî hebe jî bi sebeba nîşanda nerazîbuna xwe yên 5 mehan berî niha li Caliqyan be, ku li dijî çandina mînan ji aliyê Spaha Pasdarana terorîst hatibûne lidarxistin.
Herwisa vê çavkaniyê gotiye ku: 9`ê Banemerê zêdetir li 30 kesî di malên xwe de, bi bê zelalkirina tawana van û bi bê radestkirina destûra dadweriyê ev desteserkirinê û herwisa 10 û 11`ê Banamerê jî,hejmareke din ji hevwelatyên Caliq li cihê kar û li ser şeqaman desteserkirin, ku hejmara van 50 kesin.
Pêka raporên belavbûyî, hejmareke nediyar û bê navûnîşan yên din, ji aliyê Stada Xeberî ya Wezareta îtila`atê ve hatine gazî kirin.
Heya niha navê 23 kes ji desteserkiriyan, radestî kempêyna çalakvanên Belûc hatine kirin, di nav van navan de, navê hevwelatiyekî Caliq û endamekî şêvra wî bajarî jî tê xuyakirin.