Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dema belavbûna gotinên Îbrahîm Reîsî di kombûna Netewên Yekgirtî de , salona kombûnê vala bû

10:38 - 22 Îlon 2021

Di dema belavkirina girte vîdiyoya  axaftina serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” de li kombûna Netewên Yekgirtî li bajarê “New York”ê, nûnerên welatan salon bi cî hiştin û salon bi vala hiştin.

Îbrahîm Reîsî ku bi sedema tirsiyan ji rengehiya binçavkirinê çûna xwe bo New Yorkê hilveşandibû, peyama xwe bi rêya girte vîdiyoyekê bo kombûna rêberên cîhanê li Saziya Neterwên Yekgrtî şandibû lê di dema belavbûna peyama Serkomarê Rejîma Îranê de nêz bi tevahiya nûner û rêberên welatan bi nişandeka nerizayetiyê salona kombûnê bi cih hiştin û bilî çend nûnerên rejîma Îranê kesekî din di wê salonê de nemabûn.

Rejîma Îranê rewatiya xwe li civaka navnetewî û navxweyî, ji dest daye û piraniya welatan ji fitneyên rejîma Îranê nerazîne lê rejîma Îranê çewtekarî û afirandina fitneyên xwe didomîne.

Herwisa bi awayekî berfireh posterên nerizayetiya parêzerên mafê mirovî li dijî rejîma Îranê û Îbrahîm Reîsî û çend kesên din ên kabîneya wî li navenda bajarê New Yorkê li ser kamiyonan dabûn û siloganên wekî “binpêkirina mafê mirov rawestînin” li ser nivîsandibûn.

Herwisa xwenîşandaneke berfireh a nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê li ber deriyê bînaya Saziya netewên yekgirtî ji aliyê hejmareke zêde ji Îraniyên rûniştiyê Amerîkayê bi rê ve çû.