Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demokratên Amerîkayê, Piranîya kursiyên Civata Nûneran bi dest dixînin

16:15 - 7 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Encama hilbijartina meclisa nûnerên Amerîkayê hate ragehandin ku, Partiya Demokrat kursiyên xwe yên di Civata Nûneran de zêde dike, û piraniya kursiyan ji destê Partiya Komarîxwaz de der dixîne.

Li ser hev, 435 endam û nûnerên Civata Nûneran hene, û di hilbijartinên wê dewrê de, bo hemî kursiyan hilbijartin hatine encam dan.

Demokratan  taybetî di bajarên wekî, “Virginia”, “Pennsylvania”, “Florida”, “California”, û hejmarek  ji herêmên din yên Amerîkayê de, şiyabûn kursiyên Komarîxwazan kêm bikin, û berbijêrên xwe ser bixînin.

Civata nûneran beşa jêrîn ya Kongireya Amerîkayê ye, bi dest xistina piraniya Civata Nûneran ji bo Demokratan gellek girînge, ji ber ku ew niha dikarin çavdêriyê li ser rêveberiya Serkomar “Donald Trump”ê xurt de bikin, û pirsgirêkan bo helwêst û biryarên wî çê bikin.