Kerîm Perwîzî
Di qonaxên hestiyar ên dîrokê de, rûçikên veşartî zêdetir ji caran xwe eşkere dikin. Hekî berê kiryar û axavtin tenê bo kesên gellek pispor, û hekî gotî “xwedîhizran” zelal û cihê jêfêmkirinê bû, û dizanîn ku çi bîrkirinek li pişta axavtinên bi berçav ciwan ên wan xwe veşartiye, di qonaxên hestiyar de êdî neçar dibin xwe eşkere bikin, û hemû kes bi rohnî rûçikê wan yê veşartî dibîne.
Di Îranê de bi sedema tawanan û hovîtiyên Komara Îslamî ya Îranê, sedan hezar kes hatine kuştin, û bi milyonan kesî malwêran û aware bûne, û li ber van tawanên mezin ku di heyama çil salên borî de bi rê ve biriye, gellek kes û alî û rewtên siyasî di hemberî van hovîtiyan helwest girtine, û xelkê jî pişta wan kes û aliyên xwedîhelwest girtine.
Di nava wan cure kes û aliyan de hebûn û niha jî hene kesên ku helwesta wan li dijî Komara Îslamî bi sedema baweriya wan ya cuda nine, belku tenê li ber vê yekê ye ku xwe di deshilatê de nînin, û hekî rejîmê libeke şîrîniya deshilatê daba wan, wan jî wê qamçiyek li dijî xelkê bi kar anîba.
Di heyama çend salên borî de, kesên weha gellek hatine û çûne, û niha jî hene kesên wisa ku formên curbicur bi xwe ve girtine. Carekê bi navê reformxwaziyê, carekê bi navê vegeşandina gotara demokrasiyê, carekê bi navê dijberiya şer û malwêraniyê û ...hwd, xwestek û vîna hundirîn ya xwe veşartine, û gellek caran rûçikê azadîxwazî û alîgiriya ji mafê xelkê ji xwe nîşan dane.
Bona vê ku em gellek ji mijarê dûr nekevin, em bi zelalî dikarin îşareyê bi kevnelêpirs û îşkencegerên SAWAK û Spaha Pasdaran û dezgeha Îtila`ata rejîma Tehranê bikin, ku çûne derveyî welat, û di qonaxekê de xwe wekî zulmlêkirî nîşan daye, û rûçikê dijberiya komara sêdareyê bi xwe ve girtiye!.
Yan jî di nava rewtên fikrî ên dijî rejîman de kes û aliyê weha hene ku bîrkirina wan şovînîstî ye, û li jêr navê demokrasîxwaziyê û diruşmên din de xwe veşartine, lê di bingeh de her wekî Komara Îslamî bîr kirine, û di hemû kom û civînan de mînakên weha peyda bûne, ku gotinên wan rûçikeke demokratîk hebûye, lê niyet û sedema dijkiryarên wan vedigere ser têkdana civînekê û hizra faşîstî ya wan.
Ew cure rûçikane, di awayê asayî de rûçikeke îroyîn û azadîxwazane bi xwe ve digrin, lê di qonaxên hestiyar de, ya di hundirê xwe de zelal dikin, herwekî ku di van çend mehên borî de, Komara Îslamî ketiye bin zexteke rastîn ya cîhanî de, ku êdî maskên ber çavên xwe vêde bidin, û bi eşkere û bêşermane berevaniyê ji rejîma tawan û sêdareyê dikin. Ji hemiyê ecêbtir ew e ku kesaneka di vê heyamê de maska ber çavên xwe vêde dane, û bergirî ji rejîma Îslamî ya Îranê dikin ku kesûkar û hevriyên herî nêzîk ên wan jî bi destên Komara Îslamî hatiye îdamkirin, yan jî di girtîgehê de li jêr îşkenceyê de hatiye kuştin!.
Vêdedana maska ber çavên xwe ji aliyê wan kesan ve, û bergiriya wan ya bêşermane, herçend ku diyardeyeke tall ya siyasî ye, ku rûçikê xebatkarî û tekoşîna wan lekedar dike, lê nîşanderê vê rastiyê ye ku hemû aliyekê ew yek fam kirine ku rejîma faşîstî ya mezhebî ya hakim di Îranê de ber bi nemanê ve diçe, û evane lewra maska ber çavên xwe davêjin, da ku bi her awayekî ku bûye, sîstema serberedayî û qorixkarane li Tehranê û navenda Îranê biparêze, lê diyar e ku dîrokê biryareke din daye.