Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna aloziyan û gulebarankirina keştiyên bazirganî li Tengava Hormozê

18:06 - 18 Nîsan 2026

Ajansa nûçeyan a "Reuters"ê li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê yên deryayî belav kir ku roja şemiyê 29ê Xakelêweyê, herî kêm du keştiyên bazirganî di dema derbasbûnê de li Tengava Hormozê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine armancgirtin.

​Li gorî wê raporê, ji bo hejmarek keştiyan ji aliyê hêza deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê ve peyamên radyoyî hatine şandin ku tê de behsa "girtina Tengava Hormozê" hatiye kirin.

​Ev di demekê de ye ku berê berpirsên rejîmê behsa vekirina tengavê kiribûn, lê niha di siyasetên wan de guhertin çêbûne.

​Ji aliyekî din ve, Rêxistina Operasyonên Bazirganî ya Deryayî ya Brîtanyayê ragihandiye ku belemên bilez ên Spaha Pasdaran li nêzîkî qeraxavên Omanê gule li neftehilgirekê reşandine.

​Ev êrîş bêyî hişyariya pêşwext hatine encamdan, her çend heta niha tu agahî derbarê birîndarbûna personelên keştiyan de nehatine belavkirin.

​Ev alozî di demekê de ne ku Komara Îslamî behsa "kontrola tund" a tengavê dike û hêzên leşkerî li wir hatine bicihkirin.

​Berdewamiya dorpêçên deryayî yên Amerîkayê li ser Îranê û gefên beramber ên Tehranê, rewşa herêmê ber bi nearamiyeke metirsîdar ve biriye û bandoreke rasterast li ser tevgera bazirganî ya li herêmê kiriye.