Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyamekê de sersaxî li malbatên 3 şehîdên Hizba Demokrat kir û tekezî li ser berdewamiya xebatê ji bo parastina kerameta neteweyî ya gelê Kurd kir.
Dema peyamê bi vî awayî ye:
Di berdewamiya êrîş û tawanên Komara Îslamiya Îranê de bo ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê û kampên sivîl û cihê niştecîbûna malbatên wan, mixabin 2 pêşmergeyên Hizba Demokrat bi navên Neda Mîrî û Semîra Ellayarî, herwisa Şahîn Azerberzîn, kurê pêşmergeyekî vê Hizbê, tevlî karwanê şehîdên rizgariya Kurdistanê bûn û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Tawanên rejîma mirovkuj û dijî-Kurd a Komara Îslamî di demekê de ne ku jêweye ku bi rêya êrîşên hovona dikare dengê azadîxwaziya Rojhilatê Kurdistanê mat bike. Ji bo dijmin tu guman nemaye ku xebata Hizba Demokrat û tevgera neteweyî ya Kurdistanê di pêxema maf û kerameta neteweyî ya gelê me de li Rojhilatê nîştiman berdewam e.
Bi vê boneyê, ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên van şehîdan, hevalên wan ên xebatê û hemû xelkê Kurdistanê dikim û hêviya saxbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Serkeve yekrêzî û xweragiriya Kurdistaniyan