Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CENTCOMê tekezî li ser berdewamiya dorpêça deryayî kir

18:05 - 18 Nîsan 2026

CENTCOM (Fermandariya Navendî ya Amerîkayê), careke din tekezî li ser berdewamiya dorpêça deryayî yên li ser Komara Îslamiya Îranê kir û ragihand ku hêzên wan ên leşkerî li avên herêmê bi awayekî çalak amade ne.

​Li gorî daxuyaniyê, CENTCOMê roja şemiyê 29ê Xakelêweyê, di peyamekê de li ser tora civakî ya "X"ê ragihand ku keştiya şer a "USS Canberra (LCS 30)" di çarçoveya vê operasyonê de li Deryaya Ereban mijûlî ger û çavdêriyê ye.

​Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji destpêka dorpêça ve heta niha, herî kêm 23 keştî bi fermana hêzên Amerîkayê rêya xwe guhertine û vegeriyane.

​CENTCOMê her wiha amaje bi wê yekê kiriye ku hêzên wan sînorên tund datînin ser wan keştiyên ku diçin benderên Îranê yan jî jê derdikevin. Hevdem ligel belavkirina wêneyên helîkopterên "Apache", ragihandine ku ev firoke li Tengava Hormozê di wezîfeyê de ne ji bo parastina "azadiya deryavaniyê".

​Ev tevgerên leşkerî yên Amerîkayê di demekê de ne ku asta aloziyên li Kendavê gihîştiye astekî bilind û egera berfirehbûna pevçûnên leşkerî li herêmê zêde bûye.