Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê: Sazşkirina bi Tehranê re Rêxweşkirine ji bo zêdebûna Teror û Bêîstîkrariyê

17:59 - 18 Nîsan 2026

Bo raya giştî û navendên navneteweyî!

Ber bi nûnertiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraq û Herêma Kurdistanê!

Ber bi Hikûmeta Federal a Iraqê!

​Rejîma terorîst a Komara Îslamî ya Îranê, bi mebesta veşartina şikestên xwe yên siyasî, leşkerî û stratejiyên îdeolojîk di dema şerê 39 rojî yê ligel Amerîka û Îsraîlê de, bi berdewamî êrîşî ser bingeh û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê û kampa niştecihbûna malbatên kadro û pêşmergeyên wan li Herêma Kurdistanê kiriye. Tevî ku niha agirbest heye jî, ew êrîş her berdewam in. Di nûtirîn êrîşê de ku roja borî 28ê Xakelêweya 1405 bi mûşek û dronan kirin ser kampên sivîl û baregehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê; mixabin 3 pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê bi navên Şahîn Azarberzîn, Neda Mîrî û Semîra Ellahyarî şehîd bûn û 2 pêşmergeyên din jî birîndar in.

​Komara Îslamî ya Îranê berê jî ji bilî bingeh û baregehên hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û cihê niştecihbûna malbatên wan, bi berdewamî êrîşî ser Herêma Kurdistanê kiriye ku mixabin di wan êrîşan de 11 kes şehîd û qurbanî bûn.

​Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina tund a vê tawane û hemû êrîşên terorîstî yên Komara Îslamî yên li ser têkoşerên Rojhilat û şehîdkirina 10 têkoşerên hizbên endam ên hevpeymaniyê, radigihîne:

​Rû bi hikûmeta Iraqê ve radigihînin: Pêwîste helwest û bertekên wan ên cidî hebin û gavên pratîkî, yasayî û eşkere bihavêjin ji bo parastina canê penaberên siyasî û rêgirtin li dubarebûna van tawanan. Parastina serweriya xak û giyanê niştecihên Herêmê, erkekî destûriye; bi taybetî ku ew Komara Îslamî ya Îranê ku rêkeftina ewlehiyê ya navbera her du welatan binpê kiriye.

​Rexneyên tund li nûnertiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UN) li Iraq û Herêma Kurdistanê digirin: Em di wê baweriyê de ne ku bêdengî û pasîvmayîna wan li hember van tawanên şerî û piştguhxistina erkên wan ên mirovî, destê rejîma Tehranê ji bo destdirêjî û terora zêdetir vekiriye. Em daxwaz dikin ku ev êrîş wek tawana şer û terora navneteweyî werin naskirin, tomarkirin û helwest li ser werin girtin.

​Bi tundî rexne li siyaseta lihevkirin û bazarkirina welatan ligel Komara Îslamî digirin: Em tekeziyê li ser wê rastiyê dikin ku vê rejîma dîktator ewlehî û aramiya hemû cîhanê kiriye rehîn û her dem danûstandin û saziş bi civaka navneteweyî re ji bo kirîna demê bo pêşxistina armancên xwe bi kar aniye. Lewma dema wê hatiye ku Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bertekek bilez nîşan bide û civaka navneteweyî bi sazişkirina ligel Tehranê re êdî destê rejîmê ji bo berdewamiya teror û kuştarê vekirî nehêle.

​Daxwaz ji hemû Kurdên li derveyî welat dikin: Bi plan û bernameyên bi hêz, bi rêxistinkirina aksiyon û meşên aştiyane bi şêweyekî berdewam werin ser şeqaman. Li ber balyozxane, konsulxaneyên rejîmê û navendên biryardanê bicivin û dengê nerazîbûna neteweya me bilind bikin.

​Di dawiyê de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê careke din dost û dijminan piştrast dike ku ev êrîş û qurbaniyên hêzên me, ne tenê îradeya me nahejînin, belkî baweriya me ya bi rewayiya xebata ji bo rizgariya Kurdistanê û rûxandina vê rejîmê û bi biryardariya me ya li ser berdewamiya xebatê hîn qahîmtir dike.

 

​Nemirî bo şehîdan û serkeftin bo rêya azadiyê.

​Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

17ê Nîsana 2026 an a Zayînî