Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Bi vê rejîmî re dîplomasiya bêdeng nekin, çimku şerîyetê didê

13:44 - 18 Nîsan 2026

Kak Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di berdewamiya serdana xwe ya dîplomatîk a ji bo Ewropayê de çû Îspanyayê û beşdarî civîna "Hevpeymaniya Pêşvero" (Progressive Alliance) li Barselonayê bû. Di vê civînê de ku bi beşdariya bi dehan serokwezîrên welatên Ewropî, serokên partiyên Ewropî, Sosyal Demokratên Ewropayê, çalakvanên siyasî û medenî, nûnerên sendîkayan, rojnamevan, lêkolîner, nivîskar û nûnerên partiyên siyasî yên ji çar aliyên cîhanê pêk hatibû, Sekreterê Giştî yê Hizbê gotarek pêşkêş kir.

 

Ev deqa gotara Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat e di vê civînê de:

Dostên hêja!

Spas bo vê derfetê. Ciyê şanaziyê ye ku ez li pêşberî civîneke pêşverûxwaz rawestiyam e ku dizanin xebata ji bo demokrasiyê li welatekî, xebat e ji bo demokrasiyê ye li her derê.

Min silava Kurdên Îranê ji bo we aniye. Neteweyek ku nêzî nîv sedsal e li beramberî dîktatoriyê li ber xwe dide û di pêşengiya xebata ji bo demokrasiyê de ye li Îranê.

 

Rêzdaran!

Cîhan bi zimanê dosyayên etomî û bihayê neftê behsa Îranê dike. Bi kêmî behsa Kurd, Belûç, Erebên Ehwazê, jinên girtî yên Evînê, wan karkerên ku grevên wan tên şikandin, êşkence, darvekirin an komkujiya xwepêşanderên aştîxwaz dike.

Îran ji bo welatiyên xwe zindaneke tijî êşkence ye; aştî û îstîqrar li herêmê û cîhanê bi bê demokrasiyê di Îrana pêşerojê de ne sanahî ye. Naskirina vê rastiyê divê di pêşya karên hêzên pêşverû yên cîhanê de be.

Di demekê de ku şerê navbera Îran û Amerîkayê Rojhilata Navîn ji nû ve ava dike, metirsiya li ser Hizba me (Partiya Demokrat) û gelê Kurd tu carî wekî niha nebûye. Em ne tenê ji aliyê rejîma Îranê ve, di heman demê de ji aliyê komên proksî yên Îranê ve jî bi gefan re rûbirû ne û metirsiyeke mezin li ser me çêkirine.

Ji dawiya meha Şibatê ve (February), Îranê zêdetirî 100 caran bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî partiya me kiriye. Êrîşên li ser kampên partiya me; nexweşxane, dibistan, malên sivîl û jêderên av û elektrîkê kirine armanc. Tevî van hemûyan jî, armanca me ev e ku em pêşeroja hemû neteweyên cihêreng ên Îranê bixin navenda guftûgoyên navneteweyî, beriya ku hinekên din bêyî me biryarê li ser çarenivîsa me bidin.

Ji bo pêkanîna vê yekê jî, divê em alternatîfekê ji bo rejîmê pêşkêş bikin. Me ji meha Şibatê ve ligel aliyên din ên siyasî yên Kurd, "Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ava kir. Herwisa em mijûlî guftûgoyê ne bi komên din ên opozîsyona Îranê re bi giştî. Eva jî bi hêviya avakirina alternatîfeke demokratîk e ku hêjayî qurbaniyên hemû wan xelkên Îranê be ku ji aliyê vê rejîmê ve hatine kuştin, girtin û êşkencekirin. Ev erkê me yê herî girîng e û hûn hemû jî dikarin roleke girîng di vê pêvajoyê de bilîzin.

Em nehatine daxwaza xêrê bikin. Em daxwaza hevxebatî û hevkariyê û piştgîriyê dikin; ji wê curê ku rojekê pêşverûxwazan pêşkêşî "Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê" (ANC) kir li Afrîkaya Başûr. Bi pêkanîna van 3 karan bi awayekî konkrêt:

1- Naskirina siyasî: Dengê me di parlamenên xwe de, di Parlamena Ewropayê û di Neteweyên Yekbûyî de bilind bikin. Bipirsin: Gelo çi hat serê Kurdan? Gelo girtiyên siyasî çi lê hatin? Gelo darvekirin? Bi vê rejîmî re dîplomasiya bêdeng nekin, ji ber ku ev tenê xizmeta rejîmê dike û rewayî û şerîetê dide rejîmê.

2- Daxwaza lêpirîn û lêkolînê bikin: Ji bo wan êrîşên ku li ser penaberên siyasî yên Kurd li Kurdistana Iraqê têne kirin, daxwaza lêpirsînê bikin. Ev tawanên şer in li dijî wan kesên ku di bin parastina navneteweyî de ne. Partiyên we dikarin projebiryaran bidin destpêkirin. Hikûmetên we dikarin bacên giran bixin ser rejîmê.

3- Hevparî: Me vexwînin nav karên xwe yên siyasî yên derbarê Îran, Rojhilata Navîn û veguhertinên demokratîk de. Pisporî û ezmûnên xwe bi partiya me û endamên me yên ciwan re parve bikin. Pisporên me ji bo mijarên girêdayî Îranê vexwînin. Mêvandariya çalakvanên me bikin. Dengê me bibîsin. Tevgerê bi PDKÎ re ne wekî dozeke dûr û nenas nekin, belku wekî ku em kî ne me bibînin: Partiya we ya xwîşk, partiyeke sosyal demokrat a bi dîroka heştê salî ve, ku heman wê xebata ku hûn dikin dike, tenê li ser axeke dijwartir.

Komara Îslamî dê her hilweşe. Tenê pirs ev e ku kengê dê hilweşe û dê çi di şûna wê de ava bibe. Alîkariya me bikin da ku em piştrast bin ku tiştê ava dibe demokratîk, federal û pluralîst be; ne tenê ji bo Kurdan, belku ji bo hemû Îraniyan û ji bo herêmê jî.

Spas!

Jin, Jiyan, Azadî.