Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengvedana kuştina biguman ya Ferînaz Xusrewanî di medyayên cîhanî de

16:05 - 10 Gulan 2015

Mihemed Saih Qadrî: “Peyama van xwenîşandan û nerazîbûnan ev e; “Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman, dê bişkê ew destê ku êrîşê bike ser şerefa kurdan”.

Kawe Cewanmerd: “Girêdana xwenîşandanê bi partiyên siyasî yên kurd ji aliyê rejîmê ve, çewaşekirina raya giştî û tepeseriyê zêdetir a xelkê ye”.

Kurdistan Media: Piştî wê ku çend rojan berî niha Ferînaz Xusrewanî, keça Mehabadî û karmaneda hotel Tara ya wî bajarî di bûyerek bi guman de jiyana xwe ji dest da, reaksiyon û nerazîbûnên tund yên kurdan bi xasmanî li Rojhilata Kurdistanê de bi dû xwe re anî û dengvedanek mezin li nav raya giştî û medyayên cîhanî de çêkir.

Li vê derheqê de Mihemedsalih Qadirî, nûnerê PDKÎ li Hewlêrê bûyera han û siyaseta rejîma Îranê bi çend medyayan re şirove kir.
Qadirî di gotû bêja bi “TRT Kurdî” û “Aljazeera” re da zanîn ku bûyera han bûye sedema teqîna kerb û kîna gelê kurd li Mehabadê û parastina şerefa Ferînazê, parastina şerefa hemû kurdan e.

Qadirî herweha da zanîn ku gelê me bi vî karê xwe, taboya tirs û xof û bêdengiya li hember rejîma xwînmij a Îranê de şikandin û ji kerameta xwe xwedî derketin.

Qadirî li doma axaftina xwe de da zanîn: Xelkê Mehabadê bi vî karê xwe ew peyam dan rejîma Îranê ku weke marşa netewî “Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman, dê bişkê ew destê ku êrîşê bike ser şerefa kurdan”.
10773.jpg
Penasey Webe Lere Binuse


Derheq rewşa jinan û mafê wan li Îranê de jî Qadirî da zanîn ku bi sedema jîngeh û rewşa polîsî û ewlehî, derfeta wê yekê nine ku ragihandina azad û saziyên sivîl û mafê mirov û bi taybetî yên parêzerê mafê jinan lêkolînan li vê derheqê de bikin; Lewma perçiqandina jinan di astek berfireh de ji aliyê rejîma Îranê ji ber siyasetên olî, îdeolojîkî û sunetî ve dimeşin.

Derheq mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî de jî, Qadirî ragihand ku rejîm dixwaze serbarê înkarkirinê, bûyera han siyasî bike û bi hêzên siyasî ên Rojhilatê ve girê bide, lê eva bûyerek civakî û mirovî ye ku pêwendî bi şeref û kerameta jina kurd ve heye ku ji aliyê rayedarên rejîmê ve tê şikandin û mixabin li sîsetema dadweriya Îranê de jî tu îmkana berevanîkirin ji wan keysan û parastina mafên jinan ninin, lewma jî bûyera han bûye sedem ku xelk tu baweriyê bi rejîmê û dem û dezgehê wê nehînin û derkevin ser şeqaman û kerb û kîna pengurî a xwe bi xwenîşandanan û meşên nerazîbûnê ve bidin nîşandan. Qadirî got ger ku rejîm bersiva xekê nede, bêguman bajarên din ên Kurdistanê jî dê dakevin ser qadan.

Herweha Kawe Cewanmerd, endamê rêberiya PDKÎ jî li vê derheqê de bi ajansa “BAS NEWS”ê re da zanîn: “Girêdana xwenîşandanan bi partiyên siyasî yên kurd ji aliyê rejîmê ve, çewaşekirina raya giştî ye û derfetê bo tepeseriya zêdetir diafirîne”.

Kawe Cewanmerd li ser anîna hêzên leşkirî bo bajarên Rojhilatê daye zanîn ku: raste ku rejîmê hêz ji Sayîn Qelayê ve anîye, lê rejîmê caş û quriciyên kurd ku bi “pêşmergên misilman” bi nav dike û midehekî zaf e perawêz xistibûn, ser ji nû ve gazî û birêxistin dike daku di tepeseriyan de alîkariya hêzên dijîgelî û xwînmij ên xwe bi wan re bike.
10772.jpg
Penasey Webe Lere Binuse


Cewanmerd daye zanîn ku rejîm dixwaze kesekê bike qurbanî û rastiya bûyerê veşêre û hêrsa xelkê vemirîne.

Herweha derheq nearamî û xwenîşandanên çend rojên derbasbûyî de ku berpirsiyarên rejîmê van weke hêcet û pasaw bo venegeşandina aboriya Rojhilata Kurdistanê tînin ziman, Cewanmerd weha got: “eva hincet û pasawek nerast e ku xwenîşandan dibine sedem ku aborî û sermayeguzarî li wir pêş nekewe, ji ber ku pitir ji 35 salan e ku Rojhilata Kurdistanê li rewşek pir xerab a aborî û perawêz xistina berqesd ya geşandina aborî de ye û şevitandina hotelek şexsî nikare bibe hincet daku aboriya vê deverê bikeve metirsiyê. Ji ber ku li van sê dehsalan de tiştek weha mezin bo wê deverê nehatiye kirin ku bi şevitandina hotelekê jî bibe asteng. Nerîna han xincî berpirsiyarên rejîmê, bi taybetî ji aliyê hin remormxwazên kurd ve jî tê bihîstin”.