Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa gotara Rêzdar Mîro Elyar endamê Deftera Siyasî a PDKÎ di rêûresma 26’ê Xermananê de

13:02 - 26 Îlon 2013

Mêhvanên birêz!
Hevalên xebatkar!
Silav û ew dema we baş!

Roaja 26’ê Xermanan 1371 (17’ê Septambera 1992) hevalên me Dr. Sadiq Şerefkendî sekreterê giştî ê PDKÎ, Kak fetah ebdulî nûnerê PDKÎ li der derveyî welat, Humayon Erdelan nûnerê PDKÎ li derveyî welat û herqweha Nûrî Dêhkordî çalakê siyasî û dostê PDKÎ li restorana Mîkonosê li Birlînê ji aliyê tîmeke mirovkuj a Komara Îslamiya Îranê ve hatin terorkirin.
Îro em li vir li hevciviyane da ku bi hevre carek din bîreweriya wî rêberê jêhatî û hevalên wî bilind ragirin û rêz ji xebata û fîdakariya wan bigrin.

Em hatine ku wê cînayeta bi sam ya dijî neteweya Kurd û PDKÎ şermezar bikin, û vêzariya xwe ji terorîzmê eşkere bikin û rê nedin ku ew tawana û xedra giran ya rejîma Îranê li dijî neteweya Kurd ji bîr here.

Jialiyê Deftera Siyasî a PDKÎ bixêrhatina mêhvanên rêzdar dikim ku hatine vir û sipas bo we hemû rêzdaran ku di vê rêûresmê de beşdarî kiriye.

Dr. Sadiq Şerefkendî naskirî bi Dr. Seîd ew serkirdeyê xwedî vêc û serkevtî bû, ku piştî terorkirina Dr. Qasimlo rêbertiya PDKÎ girte destê xwedîşiyan ê xwe û nehêla ku alaya xebata rizgarîxwaziya PDKÎ bikeve ser erdê, û nehêla ku pîlana dijî gelî ya rejîma Îranê ser bikeve û dijmin bi PDKÎ dilxweş be.

Her ew jêhatîbûnj û xweragiriya Dr. Şerefkendî bû çiqlê çavê dijminan, lewra biryar dan ku navbirî ji nav bibin.

Di dîroka xebata rizgarîxwaziya neteweya me de pirr caran diyarokek tal pirr encam ducarî bûne. Her dema ku dijmin êrîşî ser rêberê tevgerê kiirbe û kuştibe, li hember de ew tevger jî bi têkçnê re berbirû bûye.

Komara Îslamiya Îranê jî rast bi vê meremê ve Dr. Qasimlo teror kir. Lê kak Seîdê nemir nehêla ku ezmûna tal ya “şehîdkiirna rêber û bidawîhatina şoreşê” ducarî bibe û ew şanazî bi navê xwe nivîsand û rûpeleke nû ji xebat û ,berxwedanê hilda.

Bi terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî dijmin valahiyek bi jan xiste nav PDKÎ, û derbeke giran li tevgera azadîxwaziya Kurdistana Îranê xist, lê armanca sereke ya rejîmê ji terorê ku serîtevandina bi PDKÎ û serîtevandina bi PDKÎ û tevgerê bû, ser negirt û qet jî ser nagre, berevajî vê terorê xelkê Kurdistanê û bi taybetî ciwanên Kurd hişyartir kir û hesta neteweyî û bîra rizgarîxwaziyê di wan de bihêztir kir û baweriya Kurd bi Komara Îslamiya Îranê ji nav bir.

Ji aliyek din ve hukmê dadgeha Birlînê ku bi Dadgeha Mîkonosê navê xwe derxist li 10’ê Avrîla 1997’an (21.01.1376) hate ragehandin, bi wateya tewaw ya peyvê bû karesat ji Komara Îslamiya Îranê re.

Dadgeha Mîkonosê li biryareke cesûrane de, û bi gellek belgeyên haşahilnegir ve pîlanên terorîstî ên rejîma Komara Îsîamiya Îranê eşkere kirin û wek rejîmeke terorîstî bi bîrûraya giştî a cîhanê da nasandin.

Di biryara Dadgeha Mîkonosê de hatiye ku: “ Di demaa lêkolînan de derket ku deshiltdarên Îranê ne tenê her kiryarên terorîstî pesend dikin û bi awayek bawerpênekir bikujan xelat dikin, belkû bixwe pîlana wan şêwe teroran bi dijî wan mirovan dadirêjin ku tenê bi sedema bîrûbaweriya xwe ya siyasî ketine ber kerb û kînê. Wan neyarên xwe tenê bo parastina dehilatê bi kar dibin”.

Em dibînin ku heta derçûna biryara dadgeha Mîkonosê aliyê weha hebû ku bi awayekê şik û guman li terorîstbûna rejîma Îranê de hebûn, piştî biryarê êdî ew şik û guman neman û ji hemûp aliyuekê re eşkere bû ku terorîzma dewletî bûye beşeke bingehîn ji siyaseta fermî ya Komara Îslamî. Bila ez qala vê çendê bikim ku biryara dadgeha Mîkonosê biryara dadgeheke asayî ya çend hefteyan û dadgehek fermayişî wek dadgehên ranê nebû, belkû biryara dadgeha Mîkonosê navê biryara dîrokê li ser hat danîn.

Dadgeha Mîkonosê li welatê hiqûqî yê Alman wate yek ji welatên here demokratîk û modern ê cîhanê de pêk hat,dadgeha serbixwe û xweî hitbar.

Yek ji dadgehên herî pirrxerc ên dîroka Alman ku sê sal û nîvî dom kir, û di vî heyamî de 170 kes wek şahid hatin gazîkirin bo dadgehê û pirs li wan hatin kirin.

ew şahid bi tenê di nav opozisyonê de nehatibûn gilbijêrkirin, belkû hejmarek berçav ji wan alîgirê rejîmê yan bê alî bûn, û hejmarek jî pispor û şarezayê warên siyasî û terorîzmê bûn.

Ji bo bikujan çend kes ji parêzerên herî giran ên Alman jêre girtibûn.
Ew hinda ku min zanyarî hebin heyas wê demê eva bo yekemîn car bû ku dadgeha welatekî rêberên welatek din ku di halê deshilatdariyê de ne, wek rêkxer û birêveberê cînayetekê tawanbar bike. Dadgehê bi awayek zelal berpirsatiya pîlandarêştin û terorkirina rêberên PDKÎ dixestûyê “Komîteya tayet bi emelioyatên derveyî sînor”. Herweha bi awayek eşkere dibêje ku endamên vê komîteyê biryara kuştin û jinavbirina rêber û çalakên opozisyonê dane.

Elî Xamineyê rêberê wê demê û niha ê rejîma Îranê, Ekber Haşimiyê Refsencanî serkomarê wê demê û serokê niha yê Konseya Diyarîkirina Bejewendiyên Nizamê, Elî Ekber Wilayetî wezîrê Karûbarên Derve ê wê demê û şêvirmendê Xamineyî li karûbarê derve de, Elî Felahiyan wezîrê Îtilaata wê demê û endamê niha ê mecilsa Xibrigan, Muhsin Rizayî fermandê wê demê ê Sipaha Pasdaran, wate rêberên rejîmê li asta herî bilind ya deshilatê de.

Biryara Dadgeha Mîkonosê ne tenê her pêwendiya di navbera Îran û Alman, belkû pêwendiya di navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de tûşî kirîzeke kûr ya dîplomasî kir ku niha jî şûnwarên wê her meye.

Di 17’ê Avrîla 1997’an hefteyekê piştî derketina hukmê dadgehê parlemana Alman civînek hebû, ku wê rojê nûnerên tewaya firaksiyonan derheq biryara dadgeha Mîkonosê axivtin kirin û bi hevre terorîzma Komara Îslamiya Îranê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji serxwebûna biryara dadgeha Mîkonosê eşkere kirin.

Di perotokola civîna wê rojê ya parlementoya Alman de hatiye ku “ Tewaya beşdarên civînê bo biryara cesûrane ya dadgeha çepik lêdan”.

Di Alman de 14 dîplomatên Îranî hatin derkirin, ji wan Husên Mûsewiyan balyozê Îranê û Emanî Ferhanî serkonsolê rejîma Îranê li Birlînê.

Li 29’ê Avrîla 1997’an li Lokzamborgê civîna Civata Wezîrên welatên YE’ê, bi hevre ew tawana rejîma Îranê şermezar kirin, balyozên xwe ji Îranê vexwendin û pêwendiyên dîplomatîk ên xwe bi Îranê re bo heyamekê ragirtin.

YE piştî vê ku tewaya mercên xwe bi ser Îranê de sepandin, êdî piştre balyozên xwe şandin Tehranê.

Bi gotina “Hans Yoaxim Êrîg” parêzerê malbatên goriyan, heta pêkhatina dadgeha Mîkonos Ewropa bibû cihê bê yasa û bê lêpirsîn bo terorîstên Îranî bi pasporta dîplomatîk ve. Lê biryara dadgeha Mîkonosê ew erd li jêr piyên terorîstan kire polên agir û cihên pirr tehlûke.

Ewropa bi hebûna gellek belgeyên cihê baweriyê, serî bi Komara Îslamî da tevandin û ew neçar kirin ku soz bide ku êdî dest bo kiryarên terorîstî li nav xaka Ewropayê de nebe.

Rohnkirina terora Viyenê
Herçend ji rojên destpêkê ve bo me xelkek zêde guman di vê de nebûn ku Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê terorîstên Komara Îslamiya Îranê hatine şehîd kirin, lê dewleta wê demê ya Otrîşê rê neda ku dadgehek bona lêkolîna ji vê cînayetê pêk bê û tawana Komara Îslamiya Îranê ji aliyê dadgehê ve bihê eşkere kirin, lê biryara dadgeha Birlînê ew xedir cobran kir û tawana terora Viyenê jî bi destê Komara Îslamiya Îranê rohn kir.

Di biryara dadgeha Mîkonosê de piştî vê ku bi hûr qala bandora yekalîker ya PDKÎ di tevgera Kurdistana Îranê de tê kirin, dibêje: “Bona havîşkirina wê dengê, wate PDKÎ, rêberiya siyasî Îranê biryar da ku rêberiya PDKÎ ne tenê di warê siyasî de serkût bike, belkû jinav jî bibe.

Kuştina Dr. Qasimlo serokê wê demê yê PDKÎ li 13.07.1989 li Viyenê û ew terora ku li vir hatiye şermezarkirin (terorkirina Dr. Seîd), encamên vê biryarê ne. Ew hêla sor (bi xwîn) ku dibê em bêjin, biryara dadgehê ji vê jî eşkeretir e ku guman hêlabe.

Zalbûna edalet, heqîqet û hêviyê bi ser dîktatoriyê de
Bi dirêjahiya dîrokê dîktator û zilhêzan hewil dane ku dadperweriyê bixendiqînin û rastiyan ji holê rakin û hêviya bi pêşerojê di dilê azadixwazan de vemirînin, lê serneketin û sernakevin, zordar dikarin ku mirovan bikujin, lê li hemberî dadperwerî, rastî û hêviyê de aciz û perîşan in û rojekên digîjin cezayê xwe. Hêvî hertim xwe bi ser cefa û cehlê de diselimînin.

Hevalên Rêzdar!

Di axtina xwe de min qala boçûnên dadgeha Mîkonosê derheq rol û bandora PDKÎ li tevgera Rojihalta Kurdıstanê de kir.

Eva ku xelk weha li ser PDKÎ difikirin ku çavnihêriyek taybet lê hene, em pê serbilind in, lê ew yek karê me sanahî nake, berevajî erk û berpirsatiyek girantir jî dixe ser milên me.

Bi taybetî ku îro rojê guhertin gellek bilez pêk tên û li tev parçeyên Kurdistanê de xebat bbi awayên curbicur di holê de ye, hêzên siyasî ên Kurd ketine ber ceribandineke giring ya dîrokê.

Eva resaleta me endam û alîgir û xemxorê tevgerê ye ku bi hewl û tekoşîna berdewam a xwe kar bo vê bikin ku PDKÎ her bi vî awayî hêjayî çavnihêrî û baweriya xelkê bimîne û her bi vî awayî bibe kelha qahîm ya Kurdayetî, û di asta navneteweyî de hisab jêre bê kirin. PDKÎ divêt heya gihîştina bi hêviyên bilind ên neteweyî rola xwe ya dîrokî bilîze û bi alîkarî û hevdengiya hêzên siyasî ên din, tevgera rizgarîxwaziya Kurdistana Îranê nêzîkî armancê bike.
Elinda xebata azadixwaziya Kurdan rohn e, û bi parastina yekrêziyê û tekoşîna bê rawestan em dikarin serkevtinê bi dest bixin.

Em nabe rê bidin ku bê hêvîtî wek dijminê mezin ê azadiyê erkên me ji bîra me bibe.

PDKÎ gellek caran bi lawazî û evraz û nişîvan re berbirû bûye, lê hemû carê xwedîezmûntir kirîz derbaz kirine û piştî hemû tengaviyan de serê xwe yê bilind rakiriye û dilê dijminên Kurd xistiye lerzê.

Remza xweragirî û geşekirina PDKÎ li vir de ye ku PDKÎ partiyeke zindî û demokrat e, û şiyana xwe rêkxistina di gel dem û rewşa siyasî ya nû û kirîz û berbirûbûnên nû heye.

Lewra PDKÎ şiya ye ku wek kelha berxwedan û berengarbûnê di lemberî zulm û zordariyê de her bi vî awayî rast bisekine û qet bejna wê ne tewiyaye.

Li 21’mîn salvegra karesata Mîkonosê de careke din em emegdariya xwe bi rê û şopa demokrat nû dikin, em pêdagir in heya ku mafên mirovî û siyasî û neteweyî ên xwe bi dest bixin, û emê heya wê demê dirêjîderê riya rêberên xwe ên nemir bin.

Jiyan û xebata Qazî, Qasimlo û Şerefkendî çiraya riya xebat û tekoşîna me ye
Her bilind û pîroz be yad û bîranîna rêberê me ê jêhatî Dr. Şerefkendî!
Silav li riha pak ya hevalan kak Fetah Ebdulî, kak Homayon Erdelan û Kak Nûrî Dêhkordî
Bijî azdî, berdewam be xebat bo azadiyê, sipas bo guhragirtina we