Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqê peyama birêz Tahir Mehmûdî berpirsê komîsyona komelayetî a PDKÎ bi boneya roja şehîdên Kurdistanê

15:08 - 9 Nîsan 2013

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!
Malbatên serbilinde şehîdan!

Endamên birz ên rêberî û kadr û pêşmergeyên hêja!
Mêhvanên birêz!

Em ji dil û can xêrhatina we dikin, bo rêûresma 66’emîn salvegera bidarvekirina Pêşewa QazîMihemedê nemir û hevalên wî Seyfî Qazî û Sedrî Qazî ku li Çarçiraya Mehabadê bi destê celadên rejîma paşatiyê hatin bidarvekirin, ku piştre roja 10’ê Xakelêwe wek roja Şehîdên Kurdistanê hate binav kirin. Ew yek jî bi sedema meznahiya vê qurbaniyê ye ku li vê rojê de pêşkeşî baregfeha azadiyê hatiye kirin. Cuda ji vê jî em dixwazin vê rojê bikne derfetek bo yad û bîranîna Komara saw a Kurdistanê, ku pêşewa wek yekemîn serkomarê modern ê Komara Kurdistanê, çawan bi şanazî ve li hemberî cînayetkarên deshilatdar de sekinî, û bi xweragirî ve çû bin darê îdamê.
Qazî Mihemed heke ketiba pey jiyana taybetî a xwe, û amade ba ku sitûyê xwe li hemberî daxwaziyên rejîma paşatiyê de bitevîne, gellek bi hêsanî dikarî ji miirnê rizgar be. Lê wî hiozra jiyanek meztir ji berjewendiya neteweya xwe dikir, û lewra jî riya mirinê bi şanazî ve li pêxema serbilindiya neteweya xwe de hilbijart. Pêşewa em hîn kirin ku mirovên şoreşgêr li her pile û payeyek civakî û siyasî de be, û her nav û navdariyek hebe, wê demê şoreşgertiya xwe îsbat dike ku gellek pêdagirane li pêxema armancên gelê xwe de tekoşînê bike, û di vê riyê de ji mirinê jî netirse.
Rast e ku Pêşewa hate şehîdkirin, lê şehîdbûneke ew qas ciyê şanazî ve hilbijart ku bo heta heta navê wî bibe remza xebat û serînetevandinê. Lewra jî li dîroka xebata gelê me de, wek serkarwanê şehîdan hatiye naskirin û roja şehîdbûna wî jî kirine roja şehîdên Kurdistanê.
Hevalên hêja! Piştî şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemd de, bi hezaran kesî ji têkoşerên partiya Qazî, bi şanazî ve li pêxema man û hebûna gelê xwe de canê xwe gorî kirin û emegdariya xwe bi rê û şopa şehîdan selimandin. Li nav şehîdên partiya me de, ji jinên xebatkar, ciwanên têkoşer, xwendekar, mamosta bi giştî û mamostayên zankoyê bi taybetî, û xelkê gund û bajar û mamostayên ayînî, û zarokên hejar û dewlemend û bi kurtî tewaya tex û qatên civaka kurdewarî xûya dikin, û bi dehan takên pispor li warên curbicur ên zanistî ku li serveyî hemiyan Pêşewa Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo û fDr. Şerefkendî dixûyin.
Giringiya xebata gelê Kurd tenê li wir de nine ku bi sedan salî dom hebûye û serkevtin û têkşikanek zor bi xwe ve dîtiye, belkû mgiringî û pîroziya wê pitir li wir de ye, ku xortên wî gelî li her rewşekê de bi bûna her deshilatek nawendî, alaya pîroz ya xebat serînetevandinê bilind ragirtine.
Gelê Kurd ne kêfxweş e ku gellek şehîdên zaf hene, ne jî şehîdbûnê wek armanc dibîne, gelê me qet nexwastiye û naxwaze ku bo gihîştina bi hêvî û armancên xwe dilopek xwînê ji leşê xortek wê birêje ser erdê. Lê bi baldan bi vê rastiyê ku dujminên gelê me zalim û zordar û xwînrêj in, bersiva her daxwazek rewa û mirovî bi agir didin, û gelê Kurd jî bi neçarî bo parêzgarî ji man û hebûna xwe ji her cure berengarbûnek rewa mifah wergirtiye.
Lewra bi xatircemî ve em dikarin bêjin ku şehîdên riya rizgariya gelê me çi ên ku li qada şer û berbirûbûna di gel hêzên dujmin de şehîd bûn, û çi yên ku hatine bidarvekirin yan li her riyeke xizmetkirina bi gel û neteweya xwe canê xwe gorî kirne, li her pile û berpirsayetiyekê de bibib, û bi her navekêve bo azadiya gelê xwe xebat kiribin, her hemû jî li refa nemirên dîroka Kurdistanê de ne, û nav û yad û bîreweriyên wan li dilê her kurdek welatperwer de tê bicih kirin. Çavkaniya vê hesta şoreşgêrane jî ku ew kêşana nav qada xebatê û ew han dane ku ew bo azadiya gel bimrin tu car tarî nabin.
Malbatên serbilinde şehîdan!
Dîroka xebat û tekoşîna dûr û dirêj ya PDKÎ tijî ye ji evraz û nişîv û astengî, tevaya rûpelên vê dîroka pirr ji serfirazî bi xwîna komek ji baştirîn û bi emegtirîn xortên partî û gelê me hatine nivîsandin. Partiya me şanaziyê bi vê derbazbûyiya pirr ji hemase û berengarî û bi wan xwînên rengîn ve dike ku li pêxema bidestvehatina armancên xelkê Kurdistanê de rijiya ye ser xaka pîroz a Kurdistanê û deşt û dolên welat rengîn kirine.
Lewra axavtina partiya me li hember şehîdan û malbatên serbilinde wan, hertim û bi taybetî li rojeke wek îro de ew e, ku bi girtine pêşa rêbaza şehîdan maf û azadiyê bi dest bixin, û armancên gel bi destve tên, yanjî di vê riyê de em jî serê xwe dadinên. Li 10’ê Xakelêweya 1326’ê Rojî de rejîma paşatiyê karî ku darek gellek bilind û mezin bibirre, lê bê xeber ji vê ku reh û rîşeya vê darê li bîr û hişê her kurdeke welatperwer de şîn bûye, û bi vê sanahiyê nayê binbirr kirin.
PDKÎ bi jixweborîn û cangorîtiya malbatên şehîdan şanaziyê dike, û li vê derfetê de silavan ji wan re dişîne. malbatên şehîdan kesên herî ezîz ên xwe di riya azadî û bexteweriya gelê xwe de kine qurbanî. Gellek caran hebûye ku malbata şehîdekê piştî şehîdbûna xortek xwe , xorteke din şandiye qada xebat û berberekaniyê û nehêlaye ku çepera xortê lehenge wan vala bimîne.
Neteweyek ku xwediyê vê morala bihêz ya şoreşgerî be, bi xatircemî ve serdikeve, û li encam de digîje hêviyên xwe, lewra em xatircem in ku dujminên maf û azadiyê şikestê dixon û li encam de li hemberî îradeya bihêz ya xelkê Kurdistanê de teslîm dibin. Lewra PDKÎ îro ji her demeke din zêdetir bi serkevtina xebata xelkê Kurdistanê xweşbîn e, û bi geşbînî ve piştî kongireya xwe ya 15’ê di rêbaza xebatê de bi îradeyek qahîm ve pêngavan hildigre.
Xelkê tekoşer ê Kurdistanê!
Erkê we li hember şehîdan bi tenê ew nine ku hûn wan bibîr bînin, li roja 10’ê Xakelêwê de herne ser gorên şehîdan û rondikan bo gula perperbûyî ya temenê wan birjînin û kincê xem û taziyê lixwe bikin.
Bo neteweyek zindî ê di halê şoreşê de riya herî baş bo rêzgirtina ji şehîdan ew e ku hewil bihê dan, ku xebat bo gihîştina bi hêviyên şehîdan berdewam be. Bê nîşandan ku ew armanca pîroz ya ku bi dehan hezar kesî xwîn jêre daye û canê xwe di pêxemê de fîda kirine, herweha bilind dimîne.
Xelkê Kurdistanê li pêwendiya bi şehîdan re erkek din jî li ser milê wan e ku tu carî nabe ji wan bixafilin, ew erk jî pêk tê ji xizmetkirin û rêzgirtina ji malbatên wan şehîdên serbilind.
Renge kesek yan malbatek ku derdê dûriya yek ji hezkiriyên xwe tam nekiribe, nezane ku giribgiya vê pêregihîştin û çavdêrîkirinê ta çi qasekî ye. Ya rastî ew e ku hevderdî nîşandana xelkê li gel malbatên şehîdan û beşdarîkirna li xem û azarên wan de bi her radeyekê ku îmkan hebe, dikare bandora xwe li ser hest û soza wan malbatan hebe. Vê demê ye ku ew hest bi vê yekê dikin ku heke xortên wan li riya armancên xelkê Kurdistanê de canê xwe bexşîne, û li riya azadî û xweşbextiya gelê xwe de serê xwe danîne, xelk jî emegdar in û li vê riyê de, wê xelata cangorîtiyên wan bidin. Bo birêvebirina erkek weha giirng û şoreşgerane û nîşandana vê hesta pak derheq malbatên şehîdan, tenê roja 10’ê Xakelêwe bes nine. Belkû hemû rojên salê û hemû salên temen, roj û dema bicihanîna vî erkî ne.
Li roja 10’ê Xakelêweyê de PDKÎ silav û rêz û emegdariya xwe ji malbatên şehîdên Kurdistanê re dişîne, herweha silavan ji canê pak ê şehîdên sorxelat ê gelê me re dişîne ku canê pak ê xwe di riya bidestvehatina armanca rizgariya neteweya me de bexşîne û bûne sembola fîdakarî û cangorîtiyê.
Em hêvîdar in ku gellek nekêşe ku em rêvîngên azadiya Kurdisstanê pêkve li ser gora şehîdan û li ser gora Pêşewa Qazî Mihmed, cejna azadiya neteweya xwe bigrin.
Bi hêviya vê rojê
PDKÎ
Komîsyona Komelayetî
10.01.1392