Piştî dest biserde gritina 2 neftkêşên Yûnanê li Kendavê, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve û gefxwarinên wan li derheq neftkêşên din ên Yûnanê li Kendavê, Yekîtiya Ewropa û Firansayê bertek ji xwe nîşan dan.
Roja Yekşemî 29`ê Gulanê Yekîtiya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê, nîgeraniya xwe li derheq dest biserde gritina 2 neftkêşên Yûnanê li Kendavê nîşanda û daxwaza rohnkirina vê mijarê û aramkirina rewşê ji rejîma Îranê kiriye.
Her di vê derheqê de Wezareta Derve ya Firansayê roja Yekşemî 29`ê Gulanê bi belavkirina daxuyaniyekê, tevî hişdarîdan bi rejîma Îranê ragihand: “Dest biserde gritina 2 neftkêşên Yûnanê li Kendavê, binpêkirina micid a yasayên navnetewî ye” û ji rejîma Îranê re daxwaz kiriye ku bi lezgînî wan gemiyên neftkêş û gemîvanên wan gemiyan azad bike.
Rejîma Îranê di dest biserde gritina Yûnanê li ser gemiyek nefthigir a rejîma Îranê, 2 gemiyên Yûnanê li Kendavê zewt kirine û gefa dest biserde gritina 17 gemiyên din yên Yûnanê ku di Kendavê de ne xwariye.