Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dest û pêwendiyekî rejîm li devera Sewlawa di nav agir de şewitî

16:01 - 4 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Dest û pêwendiyekî Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê ku heyamê 30 sal endamê wê nawendê bû seba agir girtinê mir.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, roja duşemî 2’ê Îlona 2013’an, kesek bi navê “Enayet Mihemedzade” temen 60 salî xelkê gundê “Paygelan”a ser bi bajaroka Sewlawa, di dema agir girtina zozan û daristanên “Hermole”, agir geş bûye û bi wê sedemê can da.
Bi gotina hevwelatiyan, ew endamê Sipahê pêştir jî ji rêyên cûr ba cûr xisaret bi jîngehên wê deverê gehandiye û sedema agir girtina daristanên “Hermole” jî Enayet bûye.


“Enayet Mihemedzade” akinciyê bajarê sine bû û heyamê 30 sal endamê Sipaha Pasdaran bû û di nav çend salên dawî de ji aliyê Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê ve malnişîn (Xanenîşîn) bibû.