Desteya Nûseran ên govarên Kurdî yên bi navên “Girugalla nû” û “Beyan” bi belavkirina daxyuaniyekê piştevanî ji xwandin bi zimanê dayîkê kirin.
Desteya Nûseran ên govarên “Girugala nû” û “Beyan” bi helkevta hatina meha Rezberê û destpêkirina sala nû a xwandinê û bêparmana netewên bê maf ji mafê xwandin bi zimanê deyîkê bi taybet neteweya Kurd a di bin desthelata rejîma Îranê de daxuyaniyek bo piştevanî ji wî mafî belav kirin.
Daxuyanî bi vî awayî ye:
“Meha Rezber û destpêkirina demsala nû a xwandinê, dema hişyar bûn ji xewa nezaniyê ye û dema nûbûna hizra civakê ye, îsal jî dibistan vebûn lê pirsa xwandin bi zimanê dayîkê nehate cîbicî kirin û yasadanerên Îranê eva ku di hizra wan de nîne pirsa zimanê dayikê ye, lê di vê halê de hêvîdar in ku mamostayên dilsoz , milan hildin û di tenişta kar û hînkarî û waneyên dibistanê, waneyên zimanê dayikê bo dersxwanan bêjin û peyvên Kurdî bo dersxwanan şirîntir bikin.
Desteya Nêseran ên Govarên “Girugala nû” û“Beyan”
Rezbera sala 1400 a Rojî