Sendîkaya Dermansazên Îranê hişdarî dane ku bi sedema bilindbûna nirxan êdî nikarin dermanan berhem bînin û herwisa nirxa ceribandinên pizîşkî gelek zêde bûne û xelk nikarin wî pereyî dabîn bikin.
Destnekevtina dermanên hewce di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, di halekê de ye ku sendîkaya Berhemanîna Dermanan, bi serkomarê rejîmê “Îbrahîm Reîsî re hişdarî daye ku bi sedema bilindbûna nirxên bacan di gumrîkan û bilindbûna nirxên berhemanîna dermanan êdî nikarin dermanan berhem bînin.
Herwisa pêka gotinên xelkê, nirxên dermanan, nirxên serdana pizîşkan, nirxên ceribandinên pizîşkî bi qasekî bilind bûne ku gelek kes nikarîn wî pereyî dabîn bikin û neçar in dev ji çareseriyên pizîşkî berdin.
Piraniya bîmeyên tendirustiyê jî, ti qazancek bo xelkê nînin û di vê alozî û kirîza aborî de, xelk rastî pirsgirêkên gelek micid hatine.
Bi wî awayî, tevî ku gef li ser canê beşek ji nexweşan e, nikarin perê hewce bo derman û ceribandinên pizîşkî dabîn bikin û rejîmê jî ti hewlek bo çareserkirina wan pirsgirêkan nedaye.