Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Deutsche Bank” a Almaniya hevkariya rejîma Îranê di dorlêdana dorpêça aborî de kiriye

11:30 - 23 Îlon 2020

Pêka belgeyên “Fincên”, banka Almanî ya bi navê “Doyçe Bank” (Deutsche Bank) li dorlêdana dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê rol hebûye û bi taybet di ticareta neyasayî ya kesekî Îranî di Tirkiyê de rola serekî hebûye.

Roja Sêşemî, 22ê Îlonê, “Navenda Lêkolîn a Malî” ya Wezareta Darayî ya Amerîkayê ya bi navê “Fînsên” (Finsen), bi belgeyên nû eşkere kiriye ku banka Almanî ya bi navê “Deutsche Bank”, rolekî girîng di ticareta neyasayî û dorlêdana dorpêçên abor yên Amerîlka yên li ser rejîma Îranê de hebûye, ku ew ticareta neyasayî bi taybet di ticareta neft û gaza Îranê digel kesekî Îranî di Tirkiyê de kirine.

Pêka belgeyên “Fincen”, “Deutsche Bank” li taya xwe a Amerîkayê a bi navê “TCA” de zêdetir ji 28 milyon dolar bi navê “Zêringiriya Nadir” ku ya kesekî Îranî ye bo Tirkiyê veguhastiye.

Ew pereyê ku bi alîkariya “Deutsche Bank” bi hisaba Îraniyek di welatî Tirkiyê de dihate rijandî, bi awayê şimşên zêr bo Îranê dihatine veguhastin.

Pêka belgeyên “Fincen” banka Almanî ya “Deutsche Bank”, ji sala 1999 heta sala 2017an, zêdtir ji 1 hezar û 300 milyard dolar karên ticaretî yên neyasayî di cîhanê de kiriye, herwisa ji sala 1999 heta sala 2006an digel welatên Îran, Lîbî ,Sûriye, Miyanmar û Sûdanê bi qasî 111 milyard dolar veguhastina pere hebûye.