Rejîma Îranê bona tepeserkirina xelkê û fetisandina dengê wan dest bi serkut û kiryarên hovane kiriye.
Pêka hindek kurte vîdiyoyên ku di nav torên civakî de belav bûne, roja Yekşemî, 24`ê Gulanê, rejîma Îranê bona serkut û tirsandina xelkê Ehwazê, hêzên nû bo wî bajarî veguhastine.
Xelkê birsî û tênî yên wî bajarî bona nîşandana nerizayetiyên xwe li hember tinebûna hewcehiyên jiyanê û ava vexwarinê, dest bi xwenîşandanê kiribûn.
Hêzên Întîzamî digel wan xelkên xwenîşander rû bi rû bûn û bi hovanetirîn awayî serkut kirin.
Pêka wan vîdiyoyan, rejîma Îranê hêzên nû bo taxa “Mellaşiye” li başûrê bajarê Ehwazê şandine. Ew taxa wî bajarî girîngtirîn û kevintirîn cihê bajarê Ehwazê ye ku zêdetir ji 70 hezar kes têde dijîn, ji heyamên berê ve wê taxê pirsgirêka avê hebûye û mezintirîn kompaniyên pîşeyî yên Îranê di wir de hatine avakirin, lê xelkê wê taxê bi awayekî ku li ser xezîneyê dijî, birsî û tênî maye û ji hemû xizmetguzariyên werzişî û xweşbijîviyê bêpar in û bi dirindanetirîn awa têne serkutkirin.