Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deverên Kurdakincî yên Urmiyê ji xizmetguzariya avedaniyê bêpar in + Wêne

19:33 - 6 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Pirojeya avedanî û xizmetguzaryê li bajarê Urmiyê, dever û kolanên Kurdakincî bi xwe ve nagre û ewa jî bûye cihê nerazîbûna hamwilatiyan.
Li gor rapora Kurdistanmedia, hejmarek piroje di asta bajarê Urmiyê li sêrêya Duxaniyatê haya şeqama Îmam Elî hatiye çêkirin û bi dirêjahî û berfirehiya vê rêkê de 8 pir hatine çêkirin, lê bo deverên Kurdakincî weke şereka Danişgah, Terzilû, Şereka bi navê Sipah, Kûyî Nisret û Qereqaç, tu rêyek ji bo ser wan pêran nehatiye berçav girtin û ewa jî dest pêregehîştina hemwilatiyên Kurd bi rêyên sereke re dijwar kiriye.

Rêya navbera wan deveran heya rêya mezin û rêya sereke, nêzîkê 6 kîlomêtr e û ewa jî hetûçûna hemwilatiyan bo wan cihên giştî tûşî astengî kiriye.

Ji aliyekî din we, milk û heyiyên wan herêmane ku hatine veguhastin namomkîn e, serbarê dîvre çûna hemwilatiyan lê, moleta qanûnî a xawendaretiyê wernegirtine û ewa jî bûye sedemê daketina nirxa wan darayane û ew herêmane xistine perawêza bajarê Urmiyê.

Di hemen demê de jî, danîna dekel û borcekên moxabiratî li herêmên Kurdakincî yên Urmiyê û bilav bûna şepolên mixnatîsî, zirarê digehîne tendrostiya hemwilatiyan.
Cudahî danîn û givaşên rejîmê di asta bajarê Urmiyê û gundên derdora vê de, li dijî netewa Kurd, cudahiya navbera pêkhateyên wî bajarî bi awayek zelaltir dide xuyandin, bi awayekê ku ew ferq û cudahî danîne li rûçkê avedanî û bajêr saziyê de dixûye.