Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewra dawiyê

15:55 - 23 Çirriya paşîn 2019

 Kerîm Perwîzî

Renge ew raveya min şaş be, renge heya radeyekê jî bibe rastî, lê min jêve ye ku Wilayeta Feqîh di Kurdistanê de wê bikeve qedeman, û Kurdistan wê bibe çepera berxwedana li dijî vê rejîma hov.

Di destewajeyên siyasî de têgehek heye, bi navê “tormîdor”, ku hekî ez bi şaş jê tênegihîştibim, bi wateya dewrlêdan û li dewra xwe zivirînê ye. Bi vê wateyê ku kiryar û îdarekirina hikûmetan wekî li dewra xwe zivirîna di nava bazineyekê de ye, ku qonax bi qonax derbaz dikin û dewreke weha di nava hemû deshilatan piştî herifîna sîstemekê û pêkhatina sîstemeke din tê dîtin.

Ya ku di qonaxên yek li pey yekê yên rejîma Wilayeta Feqîh de tê dîtin, destpêkê Xomêynî ji Parîsê anîn û kirin rêberê şoreşa gelên Îranê, û ew şoreş ji xelkê hate dizîn. Di dewra yekem ya bazineya dewranên deshilatdariya Wilayeta Feqîhî di Îranê de êrîş kirin ser Kurdistanê û piştre hemû hêzên nahevterîb li derdora deshilatê derxistin, û hêdî-hêdî teknokirat jî dane aliyekî.    

Di dewra duyem de jî şer digel cîhanê kirin û aboriya Îranê wêran kirin, û deshilata navxweyî yekdest kirin, di serdema Xomêynî û Mûsewî û serokê meclisa Refsencanî.

Di dewra duyem de şer digel cîhanê kirin û aboriya Îranê wêran kirin û deshilata navxweyî yekdest kirin.

Li dewra sêyem de piştî bidawîhatina şer, bas ji “î`itiyad”ê anîne ber bas, û di qonaxa çarem de û di lûtkeya deshilatê de bas ji reform û diyaloga şaristaniyetan bû, û dewra pêncem paşekêşe ji vebûna rewşa navxweyî û dewra şeşem vegeriyana bo gotara bi nav “î`itidal” û dewra heftem cardin têkçûyîna digel hemû cîhanê û wêrankirina aborî û niha jî cardin vêdedana hemû ewên ku di van salan de di warê gehandina Îrana ferhengî bi asta îdeolojiyê alîkarî kirin, heya ku xwîna xelkê bimijin, û cardin meş û nerazî ya hemû tex û qatan dest pê kiriye.        

Di vê dewrlêdan û geriyana di nava bazineya deshilatdariya Wilayeta Feqîh de ew rejîma vegeriyaye ser xala destpêkê, û dewra yekem ku dibe dewra dawiyê û gera encamê!

Piştî hatina Xomêynî ji serkutkirina Kurdistanê, serkuta neteweyên blindest ên wekî Tirkemenan û hwd… dest pê kir, û di vê qonaxê de jî, li serlêjiyê de cardin dest kiriye bi serkutkirina hovane ya Kurdan û neteweyên belengaz bi vê cudahiyê ve ku vê carê di hilkişyana Kurdistanê û herifîna rejîmê de gihîştne hevdu.  

Vê carê Komara Îslamî  tu pîvan û stûneke wê nemaye û bona mana xwe û wekî kesekî ku di nava gomavê de bixendiqe, dest davêje hemû pûşekê, û ji tirsa mirinê jî, merg û nemanê ji xelkê re bi diyarî tîne.

Ew hemû xwîna ku li ser şeqamên bajarên Kurdistan û Îranê de dirijîne, di warê hêz û deshilatdariyê de nine, berevajî wek kesekî tirsinok ku di dolekê de û di tarîtiyê de asê maye, û hemû dar û kevir lê dibin bi leşkerê dijmin, Xamineyî jî niha hawar dike ku hemû ew xelk leşkerê dijmin bûn, û ji tirsa mirinê dest avêtine xwekujiyê.

Mixabin ku xebat di Îranê de xwînê dixwaze û qurbaniyeke zaf hatiye dan, lê di van dawiyane de gera xebata li dijî stemkariyê de, Kurdistan e ku navê wê di cîhanê de deng vedide, û renge her bi destê Kurdekî jî kinder bikeve stûyê Xamineyî.