Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha dadwerî ya Riwanserê dest bi ser wesîqa çalakvanekî siaysî de girtin

15:05 - 8 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Dezgeha dadwerî a rejîma Îranê di bajarê Riwanserê barimteya çalakvanekî siyasî yê Kurd zewt kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Adil Muradî çalakvanê siyasî û xwendekar, roja 12’ê Çiriya Paşîn a 2013’an ji aliyê îdareya Îtilata bajarê Riwanserê ve tevî çend hevalên din bi tometa çalakiya siyasî û endamê yek ji partiyên Kurdî yên opozîsyona rejîma Îslamî ya Îranê hatin girtin.

Navbirî bo heyamekê li girtîgeha ewlehî ya îdareya Îtilata Kirmanşanê de dimîne û piştre bi biryara liqa yekem a dozgeriya Înqilab a bajarê Riwanserê bi wesîqa 50 milyon Tûmenî hat serbest kirin.

Çalkvanê han paşan li jêr zext û givaşên rejîm de bi naçarî welat bi cî hêla û niha di Herêma Kurdistanê de akincî ye.
Adil Muradî di vê pêwendiyê de bi malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Di vê heyamê de rejîm givaşeke zaf bo malbata min anîne û tenê diya min jî ku temenê vê 70 salî ye û pîr bûye, çendî car bagê îtilatê dikin û daxwaz kirine ku givaş bo min bînin ku wegerime Îranê, lê seba sernekevetina ew hewlên rejîm, dezgeha dadwerî ya bajarê Riwanserê weke tolewekirinek, ew qas dirave û weke barimte bo azadiya min hatibû diyar kirin, paş zext û givaşan ew 50 milyone dest bi ser de hatiye girtin.