
Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê li derheq destdirêjiyên Spaha Pasdaran a terorîst bo ser çiyayên Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Em xelkê bi rûmet yên Kurdistanê agehdar dikin ku rejîma kevneperest ya Îslamiya Îranê di demsala Buharê de li rêkevta 21`ê Banemera 1401`an a Rojî (11`ê Gulana 2022`an), navçeyên çiyayî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi çekên cur bi cur ên giran û balafirên bê balafirvan topbaran û mûşekbaran kir. Ev kiryara dije geliya rejîmê di demekê de ye ku pez û ajelên xelkê di wan çiyayan de ne û kasibkar bo bijîva jiyana xwe hertim diçine çiyayan. Lê rejîma dije gel û terorîst a Komara Îslamî ya Îranê wek hertimî dijî asayişa xelkê Kurdistanê ye û di demsala werzêriyê de, dest diavêje bi wan kiryarên dije gel û xisaran bi xelk, çiya û gundan digihîne.
Pêka zaniyariyên Dezgeha Fermandehî, bi xweşî ve ziyanên canî li ti kes û aliyekê nekevtiye, lê ziyanên madî li xelkê û çiyayan kevtiye.
Em wê kiryara dije gel şermezar dikin û xelkê Kurdistan ji vê kiryara Spaha Pasdaran a terorîst xweş nabe.
Emê we di paşerojê de li çawahiya destdirêjiyên rejîmê agehdar bikin.
Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
21`ê Banemer a 1401`an a Rojî
11`ê Gulana 2022`an